ENQERE – Kedkarên ku bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin di hefteya 246’an de dîsa bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan çalakger Erdogan Canpolat binçav kir. Polîsan Conpolatê duh 2 caran binçav kir îro dîsa binçav kir.
Çalakiya kedkaran a Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 125 rojin di greva birçîbûnê dene dane li Kolana Yukselê dabûn destpêkirin di roja 246'an de berdewam kir. Kedkarên karê wan ji destê wan hatiye girtin, hem ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên di girtîgehê de çalakiya grevê berdewam dikin, hem jî ji bo karê xwe paşve bixwazin, li Kolana Yukselê kom bûn, di hefteya 246’'an de çalkayia xwe berdewam kirin. Çalakger di hetfeya 246'an de kom bûn pankarta “Nuriye û Semih 125 rojin di grevê dene. bila Nuriye û Semih dîsa li karê xwe vegerin." vekirin û xwestin daxuyaniyê bidnin çapemeniyê. Kom piştî kom bûn polîsan êrîş kir û Erdogan Canpolat ê duh 2 caran hat binçavkirin dîsa binçavkirin. Polisan li dijî êrîşa polisan bertekên xwe anîn ziman û gotin "Ev der ya me ye. Em naçin tu deran." û bertekên xwe anîn ziman.