AMED – Malbata leşkerê bi navê Nedîm Abeş ê ku tê îdakirin ku xwe kuştiye axivî û wiha got: “Li wir çi qewimî em nizanin. Lê teqez li wir tiştek bûye, ev pirsgirêk derketiye holê. Em bawer nakin ku ev bûyer bê sedem be.”
Hadibû îdiakirin ku leşker bi navê Nedîm Abeş duh li Fermandariya Cendirmeyan a Kulayê ya Manîsayê dema nobet digirt, 3 leşker kuştine û 3 leşker jî birîndar kirin û piştre întîhar kiriye. Piştî cenazeyê Abeş hat wergirtin li Amedê hat definkirin. Abeş ji gundê Çermûgê ye û li Zanîngeha Haranê beşa endezyariya çandiyarî xwendiye. Du meh û nîv berê wek leşkerek dema kin çûye leşkeriyê. Abeş li nav malbata xwe wek kesek bi mînak tê nîşandan û hat zanîn ku Abeş jî di nav leşkerên li Manîsayê de jehrî bûye û 7 rojan li nexweşxaneyê hatiye dermankirin.
Hat diyarkirin ku Abeş piştî jehrîbûnê şandine Fermandariya Cendirmeyan a Kulayê. Hêj bûyera tê îdakirin ji aliyê Abeş ve pêk hatiye nehatiye zelalkirin.
‘EM BAWER NAKIN KU XWE LI DÎNÎTÎ DANÎ BE’
Serdanên sersaxiyê yê Abeş li Mala Şînê ya Dêrcimta Licê tê qebûlkirin. Malbate diyar kir ku hêj têkildarî bûyerê axaftin zû ye û ew hêj di bin bandora bûyerê de ne. Malbatê anî ziman ku ew bawer nakin kurê wan bûyerek wisa pêk anî be. Hat hînbûn ku roja bûyerê dayik û xwişka Abeş bi têlefonê pê re axivî ne û behsa tu bûyerekî nekiriye. Malbat wiha axivî: “Nedîm ne kesek ku dînîtî bike û bê sedem hinekan bikuje. Gotinên ‘xwe li dînîtî danî û bûyerê pêk anî’ em rast nabînin. Em wek malbatê teqez viya rast nabînin. Li wir çibû û çi qewimî em nizanin. Lê teqez tiştek bûye ev bûyer pêk hatiye. Em bawer nakin ku ev bûyer bê sedem be.”