ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, stranên kurdî yên hatine dizîn û wergerî tirkî kirine, bir rojeva meclisê û wergera stranan wek “qirkirina çandê” nirxand. Botan xwest meclis vê mijarê lêkolîn bike.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan dizîna stranên kurdî û wergera wan wekî "qirkirina çandê" pênase kir mijar bir rojeva Meclisê. Botan destnîşan kir ku di encama polîtîkaya pişaftinê de stranên kurdî wergerî tirkî kirine û ji bo qirkirina çandê bi dawî bibe û tedbîr bên girtin, xwest Meclis lêkolînê bide destpêkirin.
Botan di pêşniyarpirsa xwe de ev tişt got: “Di çarçoveya polîtîkaya pişaftinê de ji cil û bergên kurdî bigire heta stranên kurdî û ji navê welatiyan bigire heta guhertina navê gund û bajaran, rastiyek ji dîrokê ye. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de pişaftina li dijî kurdan pêkanîne gelek caran hatiye qebûlkirin e. Ev polîtîkaya pişaftinê hêj berdewam dike. Lê bele her çiqas ev polîtîkya pişaftinê hatibe qebûlkirin jî hêj ev polîtîkaya helandinê didome û ji bo pişaftina zimanê kurdî tu tedbîr nehatine girtin.”
Botan di pêşniyar pirsa xwe de destnîşan kir ku bi salan e li ser stran û folklora kurdî polîtîkaya qirkirinê dewam dike û xwest stran û newayên kurdî yên tên dizîkirin û wergerê tirkî kirine, divê Meclis li ser vê lêkolînê bike û tedbîran bigire.