AMED - Doza bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" der barê Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de hatibû vekirin, ji ber ku Irmak û parêzerên wê tev li nebûn hat paşvexistin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê di sala 2015'an de li Amedê beşdarî Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûbû û di televîzyona MED NÛÇE'yê de daxuyanî dabû, ji ber axaftinan der barê wê de bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" doz hatibû vekirin û rûniştina yekemîn li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê hat dîtin. Irmak a li girtîgehê ye, beşdarî dozê nebû, parêzeren wê jî hin pirsgirêk pêşkêş kirin û tev li dozê nebû.
Heyeta dadgehê jî ji ber nebûna Irmak û parêzeran rûniştin taloqê demek pêş kir.