MÊRDÎN- Konseya Bajêr a di 2002'yan de li Mêrdînê hat avakirin, yek ji avakarên wê yî berê Serokê Şaxa TTB'a Mêrdînê Kamîran Yildirim bû. Yildirim ragihand ku, ew wek TTB'yê ji Konseya Mêrdînê vekişiyane.
Bijîşk Kamîran Yildirim ê li ser navê Şaxa Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) ya Mêrdînê di Konseya Bajêr a Mêrdînê de cih digirt û ji sala 2002'an heta niha di konseyê de cih digire diyar kir ku, ew ji konseyê vekişiyane. Yildirim diyar kir ku, Saziyên Civaka Sivîl temînata demokrasiyê ne û wiha axivî:"Em wek Platforma Şaxên Mêrdînê ya KESK'ê û TTB'yê qethiyen nikarin bi karmendên tayînî şaredariyên ku bi dnegên gel hatine hilbijartin re bixebitin."
'BI MEMÛRÊN HATINE TAYINKIRIN DEMOKRASÎ NEPÊKAN E!'
Yildirim girtina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bi bîr xist û wiha got:"Girtina îradeya gel bi tu awayî nayê qebûlkirin. Yên Turk xistin girtîgehê divê demildest ji vê xeletiya xwe vegerin."
HILBIJÊR DIKARIN YÊN BIJARTÎ JI PEYWIRÊ BIGIRIN
Yildirim dest nîşan kir ku, tayînkirina li şûna kesên hatine hilbijartin qetilkirina demokrasiyê ye û wiha got:"Me biryar da ku, heta qeyûm li ser kar be wê xebatên me rawestandî bin. Dema me ev biryara girt, me bi Lijneya Navendî ya TTB'ê re hevdîtin pêk anî. Em ew sazî ne ku, beşdarbûyîna gel esas digirin. Bi tayînkirina karmend re, li dijî vê beşdarbûyînê derbe pêk hatiye. Dixwazim dubare bikim, divê demildest dev ji vê xeletiyê bê berdan. Hilbijêr dikarin ên bijartî ji peywirê bigirin."