ŞIRNEX - Li Şirnexê li gel avahî û malên ji ber texrîbat û rûxandinê nayên bikaranîn, welatî ji amûrên hatine şikandin yên nû diafirînin.
Li Şirnexê piştî bi awayekî qismî qedexe bi dawî bû, vegera ji bo bajêr didome û welatî birînên xwe dicebirînin. Welatiyên ku vegeriyan malên xwe, her çiqas avahiyên wan ji ber şer rastî xesareke zêde hatibe jî, hewl didin li van avahiyan zivistanê derbas bikin.
Li Taxa Şehr-î Nûhê Raşît Bîlenê 53 salî li ber deriyê mala xwe, di dest wî de birek texteyan dibire. Di dema qedexeyê de, wî jî wek bi hezaran şirnexî hin amûrên xwe yî girîng li gel xwe biribûn. Piştî mehan dema tê bajarê xwe, pêşî ji dûra ve lê dinihêre. Bîlen dema dibîne mala wî saxlem e, şikrîmaya xwe tîne, lê dema dikeve mala xwe dibîne ku tu tişt ne wek berê ye.
'QASEYA WÎ YA PEREYAN TEQANDIN'
Bîlen tîne ziman ku, ji derve mala wî pir xesar nedîtiye, lê ji hundur ve temamiya wê hatiye rûxandin. "deriyên min hatibûn şikandin. Ketine hundir. Li hundur qaseyeke me yî pereyan hebû, lê tiştek tê de tune bû. Tenê dîplomeya min hebû tê de. Dema tiştek tê de nedîtine, wê teqandine. Dema ew jî vala derketiye, aciz bûne û mal rûxandine."
DÎSA...
Bîlen dîsa radihêje bireka xwe û vê carê texteyan nîşan dide û dibêje:"Evana ji amûrên ku êdî nayên bikaranîn mane û perçeyên saxlem in. Ez ê ji wan kursiyan, texteyê hûrkirina xwarinê çêbikim, êdî çi ji wan derket.."
Bîlen dibêje 8 zarokên wî hene û bi wan re dubare dixwaze jiyana xwe ji nû ve têxin nîzamekê û wiha didomîne:"Li taxa me ciwanan xendek kolabû. Lê ferq nedikir tabî. Malên dikaribûn xera bikin xera kirin, yên mayî jî dizî ne."
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU DÎROKA ME WINDA BIBE'
Bîlen wiha behsa evîndariya xaka xwe dike:"Em şirnexî miletekî ku evîndraê xaka xwe ne. Kes nikare me ji xaka me derxîne. Û em ê destûrê nedin ku dîroka me jî winda bibe."