Li gundên qedexekirî bi ser malan de hat girtin

MÊRDÎN - Li 13 gund û 4 gundikên Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike, bi ser malan de hat girtin. Li gundê Marînê Abdulcelil Aydin ê 50 salî hat binçavkirin.

Qedexeya derketinan kolanan a di 10'ê Tîrmehê de li taxên Arboy, Xirbê Elî, Şolbekir, Sêdiryê, Xerabêmişka, Marînê, Badibbe, Ihvo, Bahminin, Efşê, Kayadibi, Geliyê Sora, Merbab û gundikên Qutbi, Êlîm û Sekrînê yên li quntara Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê ne hatibû îlankirin hîn jî didome. Lşekerên ku li herêmê derketin operasyonê îro bis er malan de girtin.

Di serdegirtina malên gundê Marînê de hat hînbûn ku kesê bi navê Abdulcelil Aydin (50) hatiye binçavkirin. Li gund tevgera leşkerî berdewam dike.

Her wiha li gund û gundikên qedexe lê didomin jî, ji ber qedexeyê agahiyên zelal bi dest neketin.