Dema qedexeya li Colemêrgê careke din hat dirêjkirin

COLEMÊRG- Walîtiya Colemêrgê bi awayekî nivîskî daxuyand ku qedexeya li 25 herêmên ku girêdayî navend, navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê hatibû îlankirin careke din hatiye dirêjkirin.

Qedexeya li 25 herêmên girêdayî navend, navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê hatibû îlankirin careke din hat dirêjkirin. Walîtiyê bi awayekî nivîskî daxuyand ku di 13'ê Tîrmeha 2017'an saet ji 00.01'ê pê ve heta 27'ê Tîrmeha 2017'an saet 23.59'an 25 herêmên girêdayî navenda Coelmêgê û navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin.