AMED - Bi hinceta di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de cih girtine û di bin banê KCD'ê de xebitîne endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarê Kurd Hasîp Yanliç û Rojnameger Mehmet Çakmakçi jî di nav de 5 kes hatin girtin.
Kesên di 4'ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi hinceta di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku hatiye girtin de xebitîne, hatibûn binçavkirin piştî karên îfadedayîna li Muduriyeta Polîsan a Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî karên îfadeyê yên li dozgeriyê endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd a hat girtin Hasîp Yanliç, Rojnameger Mehmet Çakmakçi (Şiyar Dîcle), Leyla Dal, Azîz Çelîk û Bûrhan Karakoç bi daxwaza girtinê û 7 kes jî bi berdana şertê venêrîna edlî sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
Piştî lêpirsîna li dadweriyê Yanliç, Çakmakçi, Dal, Çelîk û Karakoç bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Her wiha Ahmet Astagaç, Ayşe Filiz Kaçar, Fikri Ezer, Gulistan Polat, Mehmet Ozcan Toprak, Mehmet Sait Kaya, Sebahattin Ozdemir û Selvi Arslan Ozturk jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.