Leşkerê ku wî û parlementer Onlu munaqeşe kir, ji ber ku 'gendelîtî' kiriye tê darizandin

NAVENDA NÛÇEYAN- Di meha Hezîranê de li têketina Dersimê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu û leşkerek munaqeşe kiribûn. Parlementer Onlu got ku, ji ber gendelîtî kiriye ew leşker tê darizandin.

Di meha Hezîranê de li têketina Dersimê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu û leşkerek munaqeşe kiribûn. Onlu, li ser hesabê xwe yê Twitterê de der barê wî leşkerî de agahiyên girîng parve kirin. Onlu bi gotinên Serçawîş Serdar Can ku gotibûn "Tu ne wekîlê min î...', 'ez ê ji bo vê alayê bimirim...'" dest bi daxuyaniya xwe kir û di hesabê xwe de ev tişt parve kirin:

"Li Pêrtagê, bi îdiaya pereyên operasyonên leşkerî û di serdegirtinên malê de pereyên li malê diziye doza gendelîtiyê lê hatiye vekirin. Hîn doza çawîş didome û ji ber vê pêşî ji pewyirê hatiye dûrxistin û paşê dema pere razandine dubare îadeyî pewyirê hatiye kirin. Lê belê cihê peywirê ya serçawîş hatiye guherandin û wî şandine navenda Dersimê."

ÇI BÛBÛ?

Di 10'ê Hezîranê de li noqteya venêrînê ya cendirmeyan a li têketina Dersimê, cendirmeyan wesayîta Onlu ku ji aliyê Meclîsê ve wek wesayîta parlementer hatiye tescîlkirin û hevjîna wî Hayriye Onlu bi kar dianî rawestand û li vir nêzî nîv saetê hat sekinandin. Paşê di navbera Parlementer Onlu û binefserê peywirdar de munaqeşe derketin. Di dîmena ku bi telefonê hatiye kişandin de leşkerê ku wî û Onlu munaqeşe kir ji Parlementer Onlu re wiha dibêje: "Tu ne parlementerê min î, ez te wek parlementer qebûl nakim. Parlementerên HDP'î terorîst in." Li ser van gotinên binefser der barê Onlu de lêpirsîn hatibû destpêkirin.