ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Zekiye Ayik, xwişka Hayrî Dûrmûş ku di 14'ê Tîrmeha 2014'an de di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, wiha got: "Wê demê darbe hebû, niha jî OHAL. A rast pir tiştek neguheriye. Me jiya, niha jî neviyên me dijîn."

*Li Rihayê niştecihên Taxa Selçûklûyê ji bo çêkirina riyên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin welatiyan dişîne Şaredariya Navçeya Eyyûbiyeyê û ya Eyyûbiyeyê jî wan dişîne ya mezin û bi vî awayî riyên taxê nayên çêkirin. Welatî havînê ji ber roz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin.

*Şaredariya Rêya Armûşê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin der barê 35 endamên meclîsê yên AKP û DBP’î de bi hinceta ku alîkariya Şengal û Kobaniyê kirine lêpirsîn da dest pê kirin.

* Rûniştina der barê der bar 28 kesên li Gundê Kerwasê dema Mehmet Şirin Kocakaya hat kuştin xwestin Kocakaya rizgar bikin doz hatibû vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Malbatên Roboskê dê di hefteya 289'an de li hev kom bibin û ser gora zarokên xwe daxuyaniyê bidin. (17.00)


POLÎTÎKA

* Hevseroka SYKP'ê Talay Hatimoglullari, têkildarî hewldana Tirkiye ya dixwaze êrîşî Efrînê bike wiha got: Dema Efrîn bêhêz bû Tirkiye nikarîbû êrîş bike Niha Efrîn xurt bûye Tirkiye êdî qet nikare. Tirkiye bixwaze êrîş bike jî DYA destûr nade. Rusya jî dê wekî amûra şantajê nêzîk bibe.

*Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên baweriyî li hemberî amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê winda bike."

EKOLOJÎ

*Derket holê ku li nav Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglarê hatiye xwestin ku çahlên JES'ê bên kolandin. Ji bo vê projeyê walîtiyê pêdivî bi ÇED'ê jî nedîtiye, lê belê li ser îtirazên niştecihên taxê pêvajoya ÇED'ê hatiye destpêkirin. Niştecihên taxê anîn ziman ku ew ê destûra vê projeyê nedin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Torbaliyê hilberîner û karkerên ku di qijeqija havînê de komira manqelê çêdikin rojên zor û zehmet derbas dikin. Karker û hilberînerên komirê li gel temenên xwe yên zêde jî dixebitin û zivistanan di konan de û havînan jî li bin daran dijîn.

*Hevserokê Şaxa SES'ê Mûsa Bor û Serokê Şaxa BES'ê Cemal Balikesîr ku bi KHK'ê hatin îxrackirin li Colemêrgê bexdenûz, pîvaz, tirp, gîzer, nahne, garis, fasûle, xiyar, zebeş, xirtik, firingî, îsot, bacanên reş, petêx û hwd. danîn û niha li nav van zeviyan tevrikê dikin. Hevserokan wiha got: "Mirovê nehilberîner mirovê mirî ye."

ÇAND Û HUNER

*Li Amedê Ma Muzîk Center perwerdehiya muzîk û koroyê dide kesên temenên wan di navbera 2-60 salan de. Perwerdekar Şêrko Kanîwar der barê Ma Muzîk Centerê de agahî dan û dest nîşan kir ku armanca wan ew e ku hunermendên gel bigihînin.

ABORÎ

*Serokê Şaxa ZMO'yê ya Edeneyê Semîh Karademîr aşker kir ku daxistina baca gumrikê, bi kêrî cotkar, kesên bi sewalkarî û goştê sor re eleqeder dibin nayê, berovajiyê wê kesên li derveyî welat ji vê yekê sûdê werdigirin û wiha axivî: "Polîtîkaya ku îro tê meşandin, ji dêvla ku xizmeta kedkarên li welat bike, bi kêrî kesên li derveyî welat tê. Çareserî ne îthalat e, aboriya planiyî ye."