Nêvenga şer û pevçûnî mafê mirovan 'rûxand

AMED - Tirkiye, îsal 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li gor salên din, qat bi qat bi binpêkirina mafan pêşwazî dike. 'Plana Rûxandinê' ya ku hikûmet di sala 2016'an de li dijî bajarên kurda xist dewreyê, bi awayekî zêde bû sedema binpêkirina mafan. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî binpêkirinên mafan tenê bi pêkûtiyên li Şirnexê pûxte kir û wiha got:"Di salên 90'î de gund dihatin şewitandin, niha bajar hatin serobinkirin."

Her sal di 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin, lê îsal li Tirkiyeyê bi bîlançoyeke giran a binpêkirina mafan re tê pêşwazîkirin. Bi taybetî jî, di sala 2016'an de bi binpêkirina mafan a li bajarên kurdan rêje zêde ye.

DI HEZAR Û 953 ROJAN DE 614 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li gor daneyên HDP'ê bi şer û pevçûnên li herêmê re, tevî 9 bajaran û 35 navçeyan 113 caran "qedexeya derketina derve" hatiye îankirin û ev teqabulî hezar û 953 rojan dike. Li Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Nisêbîn û Sûr a ku hîn jî dorpêçkirina hêzên dewletê li wan didomin, ji tîrmeha 2015'an vir ve 863 kesî jiyana xwe ji dest da. Dîsa di dema pevçûnan de 137 jê zarok, 113 jê jin bi giştî hezar û 614 kesî jiyana xwe ji dest da.

LI MILYONEK MIROVÎ KOÇBERÎ HAT FERZKIRIN

Li gor daneyên fermî yên ji aliyê hikûmetê ve hatin daxuyandin, di salekê de li herêmê li 355 hezar mirovî koçberî hatiye ferzkirin. Lê belê, li gor daneyên GOÇ-DER'ê di sala dawî de nêzî milyonek mirov bi darê zorê ji cihê xwe bûne. Koçberî herî zêde li navçeyên pevçûn lê qewimîne pêk hatiye.

DIBISTAN VEGUHERANDIN QEREQOLAN

Bi pevçûnên li herêmê re, tişta balê dikêşe ew e ku, qereqol-qaleqolên di dema Oêvajiya Çareseriyê Demokratîk de hatin çêkirin e. Înşaatên qereqol-qaleqolên li herêmên bejahiyî yên herêmê hatin çêkirin, vê carê li bajaran avakirina wan domand. Li bjrên ku qedexeya derketina derve didomiya, avahiyên cemaweriyê hatin valakirin û li van avahiyan hêzên operasyonelî hatin bicihkirin. Li van bajaran hemûyan, di serî de avahiyên dibistanan, bi dehan avahiyên cemaweriyê wek qereqolan hatin veguherandin. Li herêmên pevçûn lê neqewimîn jî, dibistan ocaxên tenduristiyê hatin rûxandin û li van deran qereqol û qeleqol hatin avakirin.

PÊKÛTIYÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD:142 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN

Li gor daneyên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), ji 24'ê trîmeha 2015'an heta 20'ê mijdara 2016'an, bi pêvajoya şerî ya li herêmê, bi OHAL'a piştî hewldana derbeyê hat îlankirin re binçavkirin û girtin bi awayekî cidî zêde bûn. Ji 24'ê tîrmeha 2015'an heta niha 143 rojnameger hatin girtin, ji vana 113 jê di dema OHAL'ê de hatine girtin. Di 16 mehên borî de 110 rojnamger hatin binçavkirin, der abrê 60'î ji wan de biryara girtinê heye. Beriya OHAL'ê 30, piştî wê jî 113 rojnameger hatin girtin û 142 jê hîn jî girtî ne. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên bi OHAL'ê re hatin derxistin, 33 radyo, 58 rojname, 5 ajansên nûçeyan, 28 TV, 18 kovar û 30 weşanxane hatin girtin.

2 HEZAR Û 863 SIYASETMEDAR GIRTÎ NE

Di saleke dawî de 7 hezar û 250 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlementerên HDP'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel hatin girtin. Qeyûm tayînî 41 şaredariyên DBP'î hat kirin. 14 şaredarî jî bi awayekî fiîlî rastî qeyûmê hatin û 53 hevşaredarên DBP'î girtîne. 3 endamên Lijneya Birêvebirina Navendî û 3 endamên Meclîsa Partiyê yên HDP û DBP'ê, 21 hevserokên bajaran ên HDP, 43 hevserokên navçeyan ên HDP'ê, 17 hevserokên bajaran ên DBP'ê, 42 hevserokên navçeyan ên DBP'ê jî di nav de bi giştî 2 hezar û 863 kes girtîne.

84 JIN BI ŞIDETÊ HATIN QETILKIRIN

Li gor daneyên Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan; 94 jin di encama şideta leşker, polîs û malbatan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di nav salê de herî kêm 39 jin jî di encama şideta rastî wê hatine de birîndar bûne. Di bin çavan, girtîgeh û cihên din herî kêm 26 jin rastî muameleyeke kirêt hatine.

'DI DEMA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE BINPÊKIRINÊN MAFAN KÊM BÛN'

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî têkildarî binpêkirinên mafan ên sala dawî axivî. Bîlîcî diyar kir ku, di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de bi rawestina şer û pevçûnan de binpêkirina mafên mirovan kêm bûbû, lê bi 24'ê tîrmeha 2015'an re dubare pevçûn û şer pêk hatin û bi van re, binpêkirinên mafan ên ku yên salê 90'î jî derbas kirin xwe dan der.

'DARAZ DI BIN BANDORA ÎKTÎDARÊ DE YE'

Bîlîcî ragihand ku, li bajarên pevçûn lê diqewimn binpêkirina mafan, îşkence û muameleyên kirtê zêde bûne û wiha got:"Mafê domandina jiyanê ji dest mirovan hat wergirtin. Tenduristî û perwerdehî hat astengkirin. Li gelek deveran bê daraz înfaz pêk hatin. Binçavkirin û girtin dest pê kirin. Daraz bi temamî di dest îktîdara siyasî de ye."

'MAF Û AZADIYÊN BINGEHÎN HATIN HILAWISTIN'

Bîlîcî dest nîşan kir ku, bi hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê re binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û wiha got:"Maf û azadiyên bingehîn hatin hilawistin. Tu şert û merceke têkoşîna li qada demokratîk nema. Hêlbûyîn û çewisandineke cidî dest pê kir. Li sepandinên heyî yên nû hatin zêdekirin. pevçûn û şer didomin. Bi vê re berhêlîbûna ber bi siyastê ve dest pê kir. Derbeya li dijî îradeya gel, bû sedema binpêkirinên cidî. Xebatên saziyên civaka sivîl hatin hilawistin. Çapemeniyên muxalif hatin bêdengkirin. Rojnameger û rewşenbîr hatin girtin. Bi hezaran mirov ji akrê xwe bûn. Kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 180 hezar e, lê belê zêdeyî 200 hezar kes di girtîgehan de ne."

'JI 90'Î HETA NIHA AQLÊ DEWLETÊ NEGUHERIYE'

Bîlîcî balê kişand înfazên bê daraz ên di sala dawî de û wiha domand:"Gelek mirov di wesayîtên xwe de hatin kuştin. Gelek mirov di malên xwe de bi hinceta pevçûnan bêyî daraz hatin înfazkirin. Hemû rêyên bêhngirtina civakê hatin girtin. Nêzîkatiyeke tolhilgirtinê heye. Ji salên 90'î heta niha aqlê dewletê neguheriye. Dewlet careke din vê derxist holê."

'DI 90'Î DE GUND NIHA JÎ BAJAR'

Bîlîcî yê ku got, di salên 90'î de gund dihatin şewitandin, lê niha jî bajar hatin serobinkirin wiha pûxteya sala 2016'an kir:"Di salaên 90'î de min Şirnexê dît, lê ka niha lê binerin. Înfazkirina mirovên sivîl zêde ye. Di salên 90'î de bi windakirinê dihatin înfazkirin, lê niha bi awayekî aşkere tê kirin. Mirov li jêrzemînan hatin şewitandin. Heke destûr bidanan, wê mirovên li jêrzemînan bihatanan xelaskirin. Lê belê, destûr nehat dayîn. Di navbera binpêkirnên 90'î û niha de bia wyaekî cidî zêdebûnek heye. Sûc û ceza bi awayekî kêî tên dayîn."

'DI DERBEYA 82'YAN DE JÎ NEHATIN JIYÎN'

Bîlîcî pêkanînên berî û dawiya hewldana derbeya 1982'yan bi bîr xist û wiha got:"Me pêvajoyên OHAL'an jiyan. Lê belê me sepandinên wek ên îro nedîtin. Hîn derbe pêk nehat, ev sepandin ketind ewrê. Di 80'yî de her çiqas derbe pêk hat jî, tiştê wisa nehatin jiyîn."

'ÇARESERÎ: OCALAN'

Bîlîcî ji bo dawî li binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocaln nîşan da û balê kişand ser krîza li Tirkiyeyê. Bîlîcî anî ziman ku, divê Tirkiye polîtîkayên têkildarî mafên mirovan bi pêş bixe û jib o dawî li krîza Tirkiyeyê vê, divê bi kurdan re aşitiyeke mayinde pêk bê.

Ozgur Paksoy / Devran Toptaş - dîhaber