Ji ber wêneyê rojnameyê 11 rojan cezayê hucreyê!

ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 6 girtiyên jin ji bo ku di odeya wan de wêneyên rojnameyan hatine ditîn rastî 11 roj cezayê hucreyê hatin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnex pêkûtiyên rêveberiya girtîgehê yên li ser girtiyên siyasî bênavber berdewam dikin. Di qedexeya 8 mehan a li bajêr de bi dehan girtî hatin sirgûnkirin, zarokên bi navê Seyîd Riza Şaran û Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest dan û niha jî 6 girtiyên jin yên siyasî rastî cezayê huncreyê hatine.

WÊNEYEK DIBE SEDEMA 11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ

Li gor agahiyên malbatên girtiyan dane, girtiyên siyasî yên bi navê Şîlan Dal, Bahar Yucekaya, Çîgdem Şakar, Zeytûn Akman, Zelîha Yardak û girtiyek navê wê nehat zanîn ji ber ku hin wêneyên ji rojnameyan bi renzayê xwe ve vekirine rastî cezayê hucreyê hatine. Her 6 girtiyên hatine cezakirin, ev 4 roj e xistine hunceryên cuda û tu agahî ji wan nayê wergirtin.

JI BER CEZAYÊ HUCREYÊ HEVDÎTIN JÎ HATINE QEDEXEKIRIN

Malbatên girtiyan diyar kirin ku, dema roja telefonê hatiye xizmên wan telefon nekirine û li ser vê yekê li rayedarên girtîgehê geriyane û bersiva, "Cezayê hucreyê xwarine, him telefon him jî hevdîtin ji wan re hatiye qexekirin" dane wan.

MALBAT BI MEHAN ZAROKÊN XWE NABÎNIN

Li girtîgehê ev demeke dirêj e mafê gerîna telefonê ya ji bo malbatê ku berê hefteyê rojekê bû derketiye 15 rojan careke. Her wiha hevdîtinên vekirî jî bûye 2 mehan carekê û gelek malbat ji ber noqteya polîsan a li têketina bajêr e ku bi saetan welatî tên rawestandin di saeta hevdîtinê de nagehin bajêr û ji ber vê jî xizmên xwe nabînin.