STENBOL- Zekiye Ayik, xwişka Hayrî Dûrmûş ku di 14'ê Tîrmeha 2014'an de di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, wiha got: "Wê demê darbe hebû, niha jî OHAL. A rast pir tiştek neguheriye. Me jiya, niha jî neviyên me dijîn."
Di Girtîgeha Amedê de li hemberî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî, berxwedana ku şeva 21'ê Adara 1982'yan bi Mazlûm Dogan dest pê kir, di 18'ê Gulanê de bi Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oneran domand û di 14'ê Tîrmehê de berxwedana PKK'yiyan bi berxwedana Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan gur bû. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ji bo îşkenceya li girtûgehê rawestînin di danişîna doza ku pê dihatin darizandin de ragihandin ku wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
Zekiye Ayik, xwişka Mehmet Hayrî Dûrmûş, behsa birayê xwe û wan rojan kir.
‘EZ Ê BIBIM BIJÎŞK Û JI DAYIKAN RE BIBÊJIM XALTÎ'
Ayik, da zanîn ku Dûrmûş zarokê malê yê sêyemîn bûye û nêviyê zarokatiya wî li Qereqoçana Xarpêtê derbas bûye û di zarokatiya xwe de pez diçêrand. Ayik, ragihand ku piştî ku ew çûne Çewligê, Dûrmûş li wir dibistana seretayî û lîseyê xwendiye û li dibistanê xwendekarekî zaf jîr bûye. Ayik wiha got: "Dema diçû lîseyê jî di warê aborî de alîkariya bavê min dikir. Li dermanxaneyan dixebitî. Di warê dersan de alîkariya xwendekaran dikir. Dersên Hayrî zaf baş bûn. Matematîka wî zaf baş bû. Tim 10 werdigirt. Carinan mamosteyê wî digot, xwezî 12 hebûna û min 12 de bidana te." Ayik, dest nîşan kir ku Dûrmûş di rêza yekemîn de Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê qezenc kiriye û wiha axivî: "Dema xwendekarê lîseyê bû tim digot ya ez ê li Cerahpaşaya Stenbolê an jî Hacettepeya Enqereyê Tibê bixwînim. Tekane tercîha wî bijîşkî bû û dixwest alîkariya mirovan û bi taybetî jî ya dayikan bike. Ji ber ku dayika min bi tirkî nizanibû digot 'ez ê ji hemû dayikan re bibêjim xaltî yanî ez ê bi kurdî xîtabî wan bikim'. Diya min jî digot ez ê zaf kêfxweş bibim. Romatîzmayên diya min hebûn. Me zaf diya min dibir nexweşxaneyê. Me digot qey heta pola sêyemîn xwendiye, me nizanibû ka li dibistanê ye an li cihekî dine. Carinan dihat malê." Her wiha Ayik got ku Dûrmûş di zarokatiya xwe de jî zarokekî bêdeng bû.
‘HAYÊ WAN JI GELEK TIŞTAN HEBÛ'
Ayik, anî ziman ku dema Dûrmûş dev ji dibistanê berda qet xemgîn nebûye û wiha diyar kir: "Hayê wan ji gelek tiştan hebû, lê hayê me jê tune bû. Meger gelek tişt li benda me bûne. Wê çaxê ji me re digot 'Em bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin. Em bi zimanê xwe yê dayikê naçin dibistanê. Hayê me ji vê yekê heye. Me ferq kir.' Wê demê hayê me pir ji tiştên wisa tune bû, lê yê wan ji gelek tiştî hebû."
Ayik, anî ziman ku her ku meha Tîrmehê tê 14'ê Tîrmeha 1982'yan tê bîra wan. Ayik, got ku ew dem demên zehmet bûn û êşa wan êşa berê ye.
Ayik, anî ziman ku Dûrmûş di meha Adarê beriya danişîna dozê ji wan qatê kincan xwestiye û wiha domand: "Gotibû di meha Adarê de dadgeh heye, qatekî cil bidirûn. Li Çewligê bi navê Halîl terziyekî Hayrî hebû. Min jê pirsî ka bi bendena wî dizane yan na. Gotibû terzî bi pîvanên min dizane. Min qatê kincan, meqab û gelek tişt birin. Bêyî ku wan tiştan jê bipirsim hevdîtin bi dawî bû. Em nizanin ka çi danê û nedanê."
JI BO ÎŞKENCE LI KURÊ WÊ NEYÊ KIRIN DAYIK JI BO HEVDÎTINÊ NEDIÇÛ
Ayik, got ku ew dizanin ku li girtîgehê wehşetek qewimiye û wiha got: "Yanî herî kêm ji hevdîtinê heta hevdîtinê me agahî ji malbatan werdigirtin. Em her hefte ji bo hevdîtinê diçûn, lê her hefte me hevdu nedidît. Mehê carekê heke li hev bihatana me hevdu didît." Ayik, dest nîşan kir ku herî dawî wê di Hezîrana 1982'yan de di şert û mercên zehmet de Hayrî ditiye. Ayik, anî ziman ku di hevdîtinan de Dûrmûş li diya xwe dipirsî û wê jî jê re digot "Dema ew dihat tu dernediketî an jî nikaribûyî derkevî û ji ber me ew neanî" û wiha domand: "Ji ber diya min bi tirkî nizanibû û ji ber wê bi kurdî biaxiviyana nedihat. Ji ber ku dê heqaretê bikin, îşkence bikin nedihat." Ayik, anî ziman ku dema wan bihîstiye ku Dûrmûş ketiye rojiya mirinê xemgîn bûne û wiha axivî: "Li girtîgehan wehşetek hebû û em ji bo wî xemgîn dibûn. Parêzerên wî digotin 'wan wisa xwestiye û wan ev biryar daye. Ji bo dawî li wehşetê bînin û ragihînin raya cîhanê dest rojiya mirinê kirine.'" Ayik, diyar kir ku dema rojiya mirinê ew tim diçûn ber girtîgehê û li rewşa kesên di rojiya mirinê de pirsîne, lê belê rayedaran ji wan re digot ku "Hûn çi dixwazin, ji bo çi hûn pirsan dikin. Heke Hayrî bibihîse ku hûn pirsên wisa dikin dê qebûl neke."
ME DI 14'Ê ÎLONÊ DE CENAZE WERGIRT Û DI 15'Ê ÎLONÊ DE DEFIN KIR
Ayik, anî ziman ku Dûrmûş di 13'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye û wan di 14'ê Îlonê de cenazeyê wî wergitiye û di 15'ê Îlonê de jî defin kiriye. Ayik, got ku her çi qas dostên wan zêde bûn jî, lê ji bo zirar negihêje tu kesî wan nexwestiye kes bê merasîma cenaze. Ayik, anî ziman ku piştî Dûrmûş jiyana xwe ji dest daye wan kincên wî wergirtine. Ayik, got ku di navbera serdema 82'yan û ya niha de pir ferq tune ye û wiha axivî: "Wê demê darbe hebû, niha jî OHAL. A rast pir tiştek neguheriye. Me jiya, niha jî neviyên me dijîn. Ev yek hem me endîşedar dike hem jî xemsar." Herî dawî Ayik wiha got: "Di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê de hemû şehîdan bi bîr tînim."
Sadiye Eser / Muhammed Dogru - dihaber