'Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê winda bike'

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên baweriyî li hemberî amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê winda bike."

Li ser sînorê Efrînê liv û tevgera Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) didome. Nûnerên partiyên siyasî û elewiyan li hemberî amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê winda bike."

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollu, anî ziman ku heke li dijî Efrînê êrîş çêbibin ev tê wateya pêngava fetisandina îktîdara gel û mebest ji êrîşa li dijî Efrînê berterafkirina destkeftiyên Rojavayê ye. Gollu, dest nîşan kir ku bi vê yekê tê xwestin ku gelê kurd dîsa ber bi tarîtiyê ve bişînin û wiha domand: "Mutefîkên operasyona Efrînê yên îktîdara AKP'ê neyta xwe eşkere kirin. Cîhadîstên selefî û îslamîstên tundraw dixwazin tevî AKP'ê êrîşî Efrînê bikin. Krîza rejîmê ya piştî 16'ê Nîsanê her diçe kûrtir dibe. AKP bi vê mudaxileyê dixwaze ser nakokiyên li welat bi jehra şovenîzmê binixumîne. Di heman demê de bi vê yekê tê xwestin ku muxalefeta demokratîk bê perçekirin.

Ji bo polîtîkayên belavker ên faşîzmê karker û kedkarên Tirkiyeyê ber bi şerekî ve tên hêlkirin. Gelê Efrînê dostê kedkarên çîna karker û kedkaran a Tirkiyeyê ye. Ev şer şerê faşîmzê ye, şerê belavkerî û êrîşkariyê ye. Em Partiya Şoreşgeran tim li gel Rojavayê ne. Em ji mudaxileya leşkerî ya li dijî Efrînê re dibêjin 'Na'."

'FÊDEYA WÊ JI BO GELAN TUNE YE'

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Stenbolê Bulent Felekoglû, dest nîşan kir ku heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê Tirkiye bi vê yekê winda bike û wiha axivî: "Wek konjuturiyî ev êrîş nabe. Ev dişibe ku wek meriv xwe ji kendal bavêje. Dê bi vê êrîşê re Tirkiye winda bike. Efrîn bi tu awayî êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Divê em hem li hundur hem jî li derve sulhê çêbikin. AKP dawiya xwe amade dike. Pevçûn tu pirsgirêkan çareser nakin. Divê xeta demokrasiyê bê çêkirin. Tirkiyeyeke ku ji cîhanê hatiye îzolekirin heye. Fêdeya wê ji bo gelên Tirkiyeyê tune ye. Herî zêde jî dê elewî zirarê bibînin. Elewî qethiyen rewşeke wisa qebûl nakin."

'DÊ BIBE CIHÊ ALOZIYEKE MEZINTIR'

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) Alper Taş jî anî ziman ku ew li dijî operasyonê ne û wiha axivî: "Em dixwazin hem li derve hem jî li hundur Tirkiye ji bo kurdan polîtîkayeke aştiyane, jiyaneke wekhev û bihevre bi pêş ve bixe. Em dixwazin xwe ji vê fobiya kurd rizgar bike. Divê ji bo tesîskirina aştiyê tevbigere. Dê polîtîkayên şer li herêmê bibin cihên rageşiyên mezintirîn. Dê aloziyên mezin bi xwe re bîne. Dê hem ji bo Tirkiye û hem jî gelên herêmê bibe cihê birînin ku neyên cebirandin. Ji ber vê em li dijî lidarxistina operasyonên bi vî rengî ne."