WAN – Şaredariya Rêya Armûşê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin der barê 35 endamên meclîsê yên AKP û DBP’î de bi hinceta ku alîkariya Şengal û Kobaniyê kirine lêpirsîn da dest pê kirin.
Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê bi hinceta ku alîkariya gelê Şengal û Kobaniyê kirine der barê 35 endamên meclîsa şaredariyê yên AKP û DBP’î de lêpîrsîn da dest pê kirin. Lêpirsîn bi riya Walîtiya Wanê hat hat destpêkirin. Ev lêpirsîn li ser destûra Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta “Biryara karasetê negirtine” di 16’ê Mijdara 2016’an de hatibû destpêkirin.
‘ME ERKA XWE YA MIROVAHIYÎ BI CIH ANÎ'
Endamê Meclîsê yê DBP’î Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî diyar kir ku li gel îtîraz kirine jî ev lêpirsîn 8 mehe berdewam dike û alîkariya bi kesên ji ber komkujiyê koçber bûne erkek mirovahî ye. Bîldîrîcî ev tişt gotin: “Dibêje ku ‘karaset hebe’ alîkarî tê berhevkirin. Lê berhevkirina alîkariya ji bo kesên ji ber şer koç kirine mirovatî ye. Jixwe penaberî ne xisûsek karaset û karaseta xwezayî ye. Dewletê jî alîkarî kir. Lê dema em alîkariyê bikin a me dibe sûc û lêpirsînê didin destpêkirin.”
Bîldîrîcî dest nîşan kir ku erka meclîsê heye biryarê bigire û wiha got: “Em endamên meclîsa şaredariyê, me nikaribû li hemberî vê drama mirovahiyê bêdeng bimîne. Ji ber wê me ev biryarê da û alîkarî kir.”
‘DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE HAT KIRIN’
Bîldîrîci anî ziman ku bi taybetî ji bo di nav gel de alîkarî berhev kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji lew re ev alîkarî di bin çavdêriya dewletê de hatiye kirin. Herî dawî Bîldîrîcî wiha got: “Di wan rojên me biryara alîkariyê da de, wek ku welat jî dizane dramek mirovahiyî li holê hebû. Şaredariya me jî li hemberî vê dramayê bêdeng nema. Alîkariya ku şaredariya me û gel berhev kir hemû radestî penaberan hat kirin.”