Ji radyo û televîzyonên hatine girtin 'Agahiyek Heye'

AMED - Bi hinceta OHAL'ê 4 televîzyon û 7 radyoyên hatin girtin hatin cem hev û Platforma Agahiyek Heye ava kirin û li ser înternetê dest bi weaşê kir. Endamên Platformê diyar kirinku ew ê bêdengiyê bişikênin.

Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya di 28'ê îlonê hat weşandin 12 TV û 11 radyoyên di xeta muxalîf de weşanê dikin bi alternatîfên cuda hewl didin rastiyan bigihînin gel. 100 rojnamegerên ku betal man bi platformên ku ji bo xwe ava kirin ve diyar kirin ku dengê wan nikare bê qutkirin. Di vî çarçoveyê de komek xebatkarên çapemeniyê bi navê Platforma Agahiyek Heye ava kirin û li ser înternetê dest bi weşanê kirin. Azadî TV, Ozgur Gun TV, Van TV, Jiyan TV û Ozgur Radyo, Radyo Karacadag, Radya Rengîn, Gun Radyo, Radyo Ozgur Guneş, Radyo Dunya, Radyo Ses bi awayekî aktîf di paltformê de cih digirin û ÎMC TV, Hayatin Sesî, TV 10 jî piştgiriyê didin.


PALTFORMÊ DEST BI WEŞANÊ KIR

Platform jibilî malperên înternetê li ser hesabên tiwitter, facebook û instagramê dest bi xebatên xwe kir. Endamê Paltformê Serdar Altan ê Kordînastonê Weşanê yê Giştî yê Van TV ye diyar kir ku piştî biryara girtinê hewl dane ku tiştekî bikin û ev pêvajoyê ewqas rehet nebûye. Altan anî ziman ku platforma ku hatiye avakirine platformekî bibe ji bo mafê ragihandinê ji bo ku denê televîzyon û radyoyên hatine girtin careke din bikaribin dengê xwe ragihînin e û li dijî çapemeniya yekalî wan gotina "Agahiyek Heye" û bi vî rengî derketine rê, ji bo agahiyan careke din ragihînin derketine rê û ji bo nûçeyan bigihînin gel derketine rê.

'EM BÊALTERNATÎF NÎNI!

Altan destnîşan kir ku li her derê ku jiyan heye nûçe jî heye û wiha berdewam kir: "Lê nûçe gihandina gel girîng e. Li Tirkiyeyê ev yek berovajî dixebite. Saziyên weşanê, televîzyon û radoyên ku vê yekê dikin her roj tên girtin. Dema ku rewş bi vî rengî be mirov dixwaze vî çewisandin û pêkûtiyê bişikîne. Ji ber em nîşan bidin li dijî astengkirin û girtinan bê alternatîf nînin jî em bi hevre ne. Dibe ku televîzyon îro hatibin girtin, lê çapemeniya civakî înternet heye. Em jî derfetên heyî bi kar tînin û ji bo ku rastiyan ragihîn gel derketin rê. Me xwest di warê nûçegihaniya înternetê de tiştekî bikin û îro bihevre ne."

'EM Ê JÎ BÊDENGIYÊ BIŞIKÎNIN'

Altan da zanîn ku bi platformê ve li ser înternetê hem bi TV û hem jî radoyoyê ve li ser malperê geşedanên rojane û nûçeyan ragihînin û bi vî rengî dê tenê weşanê nekin di heman demê de bibin dengê televîzyon û radyoyên ku hatine girtin. Altan têkîldarî armancên xwe jî ev agahî da: "Em ê bi gel re di nava têkîliyan de bin. Em ê nûçeyan çêkin, li nûçeyan bigerin, Em ê jî nûçeyan çêbikin. Geşedanên li welat em ê bi analîz û weşanan ve ragihînin gel. Li herêmê geşadanên girîng diqewimin. Ji bo ku ev neyên bihistin jî gel xistin hundirê dorpêça pêkûtiyê. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredan, siyasetmedar tên girtin. Ji bo ev neyên bihistin êrîşî çapemeniyê kirin xwestin dengê çapemeniyê qut bikin. Em jî li hemberî van tiştan di platformê de hatin cem hev. Bawer im em ê bişikênin."

'BETALÎ NA, TIŞTEK NEKIRIN ZEHMET E'

Endamê paltformê Îbrahîm Aslan jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di pêvajoya ku li dijî çapemeniyêevqas êrîş heye li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê geşedanên girîng diqewimin, tenê di warê pîşeyî da na bêdeng mayîn wijdanî nîne û ji ber vê yekê hatine cem hev. Aslan destnîşan kir ku derdê wan betalmayîn rojnamegeran nine, li herêmê, li Rojhilata Navîn evqas geşedan diqewimin wekî rojnamegerekî tiştek nekirin wan xemgîn dike û derdê wan çêkirina nûçe û ragihandina nûçeyan e.

'EM Ê YEK DENGIYÊ BIŞIKÊNIN'

Aslan der barê terzê xebatê de jî wiha axivî: "Li ser çapemeniya civakî, li ser înternetê em 3e weşangeriya radyo û televzyonê bikin. Endamekî platformê dê li derve bixebite. Wekî bûyerên di karesata hezanê ya li Şîrvanê em ê bi xebatkarên xwe ve li ser înternetê weşanê bikin. Di vê pêvajoyê de nûçeyek, dengek pir girîng e. Ji bo şikandina çapemeniya yek wekî rojnameger çi ji destê me bê em ê bikin. Xwegihandina kesekî jî gelekî girîng e. Wêneyek dikare rojevê biguherîne. Ji ber vê yekê jî me slogana xwe bi nûçeyek, dengek, dîmenekî ve xwe gihandina gel diyar kir.

'DÊ HEMÛ KES BI TAYBETIYÊN XWE VE HEBIN'

Aslan destnîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de vekirina televîzyonekî yan jî li cihekî xebat zehmet e û ji ber ve yekê jî ev platform ava kirine, bi vî platformê ve geşedanên li Sûriye, Rojava, Iraqê diqewimin ji rojnamegerên wê dergê agahî girtin û bi vî rengî li ser înternetê weşanê bikin û hewl bidin ku geşedanan ragihînin. Aslan wiha axivî: "Tekane derdê me nûçe ye. Nûçe gihandina gel, gel dikarin rojevê bişopînin ev jî ji bo me gelekî girîng e. Di palformê de Ozgur Gun TV, Azadî TV, Jiyan TV û Van TV û 7 radyo bi taybetiyên xwe ve weşanê bikin û bibin dengê kanalên ku hatine girtin. Li ser înternetê em ê bernameyekî kirmanckî jî biweşînin. An jî nûçeyekî kesekî ku bi kirmanckî diaxive çêbikin. Hayatin Sesî TV ya dengê kedê ye li ser vî esasî bernameyên me hebin, taybetiyên elewiyan TV 10, Van TV dê taybetiyên Serhatê bigire dest. Ozgur Gun TV dê bi kurdî weşanê bike. Em ê bibin dengê mexdûran. Ligel hemû tiştan em dizanin nûçe gelek qîmet e. Me li ser malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir, bertekên erênî me girt, di vî pêvajoyê de bêdeng neman girîng e.

'HATINA CEM HEV GIRÎNG E'

Xebatkara Ozgur Gun Radyoyê Çeynep Çap jî diyar kir ku bi vî paltformê dê 7 radyo dengê xwe ragihînin. Çap got ku bi girtina televîzyon û radyoyan tê xwestin ku dengê wan qut bikin lê bi vî platformê ve hatine cem hev. Çap wiha got: "Bi weşanên xwe yê radyoyê ve em ê bi gel re bin. Li vir xebatkarên 7 radyoyan em ê xebatên xwe bidomînin. Di demekî bi vî rengî de hatina cem hev bi qîmet e. Em ê bi vî rengî weşanên xwe bidomînin."