ENQERE - Hevseroka SYKP'ê Talay Hatimoglullari, têkildarî hewldana Tirkiye ya dixwaze êrîşî Efrînê bike wiha got: Dema Efrîn bêhêz bû Tirkiye nikarîbû êrîş bike Niha Efrîn xurt bûye Tirkiye êdî qet nikare. Tirkiye bixwaze êrîş bike jî DYA destûr nade. Rusya jî dê wekî amûra şantajê nêzîk bibe.
Planên Tirkiye yên Efrînê dagir bike didomin. Ji niha de ji ber êrîşên tang û topan ên li ser sînor gelek welatiyên Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Li dijî van êrîşan bêdengiya welatên navneteweyî jî didome. Gelê kurd jî diyar dike ku ew dê li hemberî êrîşa Efrînê bêdeng nemînin. Gelê Efrînê li dijî êrîşên Tirkiye ji 7 salî heta 70 salî daketin kolanan û bi meşek girseyî bertekên xwe anîn ziman.
Hevseroka Partiya Sosyalist a Avakirina ji Nûve (SYKP) Talay Hatimogullari ku di qada Rojhilata Navin de pispor e diyar kir ku hêta Tirkiye ya êrîşî Efrînê bike tune ye. Hatimogulları, anî ziman ku ji destpêkê heta niha Tirkiye destûr neda Kantona Kobanê û Efrînê bibe yek û niha jî dixwaze Êrîşî Efrînê bike û wiha got: "Tirkiye tu carî newest li ser axa Rojava Kurd xweseriya xwe îlan bikin.
Tirkiye li aliyekî hewl dide ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji îktîdarê bikeve û li aliyê din jî destûr nade kurd bibin xwedî hêza siyasî. Piştî kurd bûn xwedî hêza siyasî niha Tirkiye bi Esad re bûye dost. Ji bo kurd nebin xwedî statu her tiştî dike. Tirkiye nikare pirsgirêkê bi riya reş hal bike. Niha hêza ku Tirkiye têkeve Efrîne tune. Hêza Tirkiye hebe jî DYA destûr nade Tirkiye. Rûsya ji wekî amûra şantajê nêzî Efrînê dibe. Trump li dijî Rusya ji bo bibe xwedî hêza mezin li Rojhilata Navîn ket nava şer. Ger Tirkiye têkeve Efrînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk nê derbasî Efrînê bibin. Ji ber vê yekê Rûsya naxwaze Tirkiye bi lez têkeve Efrînê. Meseleya esil piştî ku Reqqa rizgar bibe ye. Piştî ku Reqqa rizgar bû dê çi bibe. Rûsya naxwaze Reqqa ji destê DAÎŞ'ê derkeve û DYA li wir bi cih bibe. Ji ber vê yekê dikare Efrinê wekî şandaj li tijî Tirkiye û DYA bikar bîne."
EFRÎN NAŞIBE CERABLUSÊ
Hatimogullari, anî ziman ku Efrîn naşibe Cerablus û Babê û wiha bi dawî kir: "Berî her tiştî divê Tirkiye qet nekeve Efrînê. Sedemê vê yekê yên civakî, aborî û çandî hene. Ger ku Tirkiye têkeve Efrînê rê rastî berxwedana gelê bi rêxistin bê. Tirkiye dê bi gelê ku xwe bi rêxistin kiriye re şer bike. Ev dê zerarê bide Tirkiye Tirkiye bi awayekî binketî ket Rojhilata Navîn. Li Cerablus û Babê bi ser neket. Ger ku têkeve Efrînê dê bêtir têk biçe. Gelê kurd jî li dijî êrîşa ku li ser Efrînê pêk bê bêdeng namîne. Tevgera Azadiya Kurd jî destûrê nade êrîşê. Tirkiye 40 salin bi tevgera kurd re şer dike. Lê tevgera azadiya kurd ew qas winda dan dîsa li dijî hemû êrişan xwe gihandin îro. Niha li çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin. Tevgera Azadiya kurd li Rojava hem di aliyê hêjmar de û hem jî di aliyê rêxistinbûnê de niha xwedî hêza herî mezin e.