AMED - Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr saleke 15'ê Tîrmehê nirxand, diyar kir ku bi rêya OHAL û KHK'ê ev salek e bi derbeya Serokomar Erdogan re rû bi rû ne û wiha axivî: "Ev serdem qasî ku bi 12'ê Îlonê re neyê muqayesekirin xirab e. Ew qas tiştên xirab nehatibû hişê Kenan Evren."
Li sere derbeya 15'ê Tîrmehê re salek derbas bû, OHAL jî êdî salekî li dû xwe dihêle. Dema hat îlankirin, her çendî gotina "ne li dijî gel, li dijî dewletê OHAL" hatibe bi karanîn jî lê hikumetê ev rayeyên bê sînor ji bo dengê civaka Tirkiyeyê bitepisîne bi kar anî. Ji roja destpêkê ve bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û girtin, ji van rojnameger, akademîsyen û siyasetmedaran jî para xwe girt. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr aşkera kir ku Tirkiye ketiye rêyeke ku nikare jê vegere, ji bo ev rewş di demek zû de biqede divê OHAL bê rakirin.
‘BI OHAL'Ê RE DERNYA ERDOGAN PÊK HAT’
Pîr diyar kir ku OHAL derbeya duyemîn e û piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, Serokomar Erdogan debeya duyemîn pêk niye. Pîr da zanîn ku piştî di 20'ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin, di warê siyasî, aborî, hiqûqî û mafên civakî de binpêkirinên mafan ê ncidî pêk hatine û di vê pêvajoyê ji hevserokan bigire heta rêveber û endamên HDP û DBP'ê, ji hevşaredaran bigire heta akademîsyenan bi sedhezaran kes hatine girtin.
Pîr got ku "Erdogan li dijî kurdan gelekî zehmetiyan dikişîne" û wiha pê de çû: "Erdogan beyî ku hiqûq, qanûn, heq, maf û hwd. li ber çavan bigire, bi KHK'an welat bi rêve dibe. Em wekî HDP û gelê kurd, ev 2 sal e em li dijî vê OHAL'ê têdikoşin. Me li dijî zilmê xwe bêdeng nekir. Lê Erdogan di nava bêçaretiyeke mezin de ye û ev jî têkçûna wî nêz dike."
‘GOTINA TERORÎST A JI BI DEMÎRTAŞ BELENGAZÎ YE’
Pîr destnîşan kir ku HDP, gelê kurd û hêzên muxalîf li dijî van polîtîkayan tê dikoşin, got ku ne pêkan e ku Tirkye bi OHAL'ê siyaseta derve bimeşîne û polîtîkaya Sûriye, Îran û Iraqê jê xelet dît. Pîr da zamîm ku Erdogan têk diçe û nerazîbûneke tund jî nîşanê axaftinên Erdogan ên ku Selahattîn Demîrtaş wekî "Terorîst" jî da û wiha pê de çû: "Nizane çi dike. Ji Hevserokê HDP'ê re dibêje 'Terorîst', parêzvamên mafên mirovan ên hatine binçavkirin, dibêje dê 'derbe bikirana'. Kesekî van axaftinan bike tuyê çi jê hêvî bikî."
Pîr piştrast kir ku di serdema OHAL'ê de kesên ji Erdogan re serî tewandin bi hêz bûn. Pîr diyar kir ku Tirkiye ber bi rêyke jê ne veger ve diçe û aşkera kir ku sedemeke vê rewşê jî Ewropa ye. Pîr anî ziman ku di serdema Kenan Evren de ew qas xirabî pêk nehatibû û wiha got: "Ajandeyeke veşarî ya Erdogan û AKP'ê heye. Divê em jî li dijî vê ajandayê bi hêz bisekinin."