NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Platforma 1habervar Mehmet Şahîn di quncikê xwe de ji destpêka hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha kiryarên AKP'ê yên li Kurdistan û Tirkiye nivîsand.
Nivîskarê Platforma 1habervar Mehmet Şahîn bi minasebeta 1'emîn salvegra darbeya 15'ê Tirmehê pêkanîn û kiryarên AKP'ê yên li Kurdistanê û Tirkiye pêş ketine nivîsand.
Nivîsa Şahîn a http://kr.1habervar.com ya 1habervar wiha ye:
Îro 13’ê Tîrmehê ye, 2 roj şûn de 15’ê Tîrmehê salvegera “lutfa Xweda” ye.
Weke ku tê zanîn di 15’ê tîrmeha 2016‘an de li Tirkiyeyê hewla darbeya leşkerî pêk hat. Ez ê nekevim niqaşên ku ev derbe çiqasî bi kontrol bû an çiqas plankirî bû. Lê rastiyeke bênîqaş heye ku ji hêla hikûmeta AKP’ê ve ev hewla darbeyê weke “Lutfa Xweda” hat dîtin û hate bikaranîn. Encamên wê yên herî giran jî li ser kurdan pêk hatin.
Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê Serokomar Erdoganî di axaftineke xwe de ev hewla darbeyê ji bo tekûzkirina desthilatdariya xwe ya yek kesî weke “Lutfa Xweda” pênase kir. Ez jî di vî nivîsa xwe de dixwazim bala we bikşînim ser encamên “Lutfa Xweda” yên li Kurdistanê pêk hatine. Şîrove jî dihêlim ji we re.
*Hemû rojname, kovar, ajans, ensîtutî, komale, hwd. Sazî û dezgehên kurdan hatin girtin.
*86 şardariyên ku bi îradeya civaka Kurd di hilbijartinan de hatibûn bidestxistin ji hêla hikûmeta AKP’ê ve hatin desteserkirin, şaredarên ku îradeya gel temsîl dikirin avêtin zîndanê di şûna wan de qaymekam û walî weke qayûm hatin erkdarkirin. Bi destê van qayûman meclîsên ku gel temsîl dikin an hatin bê bandorkirin yan jî hatin feshkirin.
*Hevserok jî di nav de wekîlên ku îradeya kurdan temsîl dikin yek bi yek avêtin zîndanê, hevserok jî di nav de 13 wekîl hê jî di zîndanê de ne. Bi ser de niha jî wekîltiya ku gel daye dest wan û ew weke temsîlkarê xwe şandine meclîsê, ji hêla hikûmeta AKP’ê ve ji destê wan tê girtin.
*Ji bo tasfiyekirina siyasta Kurd her roj bi dehan siyasetmedarên Kurd tên girtin. Bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd di zîndanan de ne.
*Bi hezaran karker, karmend,akademîsyen û hunermendên Kurd ji kar hatin îxraçkirin.
*Qayûmên ku bi destê AKP’ê şaredarî xesp kirin hemû tabelayên Kurdî û yên pir zimanî ji avahiyên şaredariyan anîn jêr. Hemû sazî û beşên şaredariyên ku ji ziman û çanda kurdî re xizmet dikirin girtin. Navê park û kolanên kurdî guhertin kirin û kirin tirkî.
*Qeyûmên ku di cîhana wan de cihê jinê tune bû sazî û beşên şaredariyên ku ji bo xizmeta jinan hatibûn vekirin hemû hatin girtin. Li gorî feraseta wan ji ber ku “di fitrata jinê de hêza tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên xwe tune ye” ji bo berpirsiyariya jinê li gelek şaredariyan mêr hatin erkdarkirin.
*Li Esenyurta Stenbolê ciwanên ku stranên kurdî digotin ji hêla polîsan ve hatin darbkirin û hatin girtin. 21.08.2016
*Qayûmê şaredariya Dêrika Mêrdînê tabeleya şaredariyê ya bi zimanê Tirkî, Kurdî, Ermenî anî xwarê. 13.09.2016
*3 endamên Gruba Orkestrayê ya bi nave Çiglik ji ber ku li navçeya Pêrteg a Dêrsimê di dawetê de stranên kurdî gotine bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. 25.09.2016
*Yekemîn kanala televizyonê ya kurdî ya zarokan ZarokTV jî di nav de hemû TV yên Kurdan hatin girtin, bi ser de qayûmê navçeya Kayapinar a Amedê mala zarokan a kurdî ya bi navê Zarokistan girt. Heman qayûmî ji bo pirtûkên pirtûkxaneya Cegerxwîn got; “Ev pirtûk ne li gorî çanda me ne Zerduştî, Marxî û Lenînî ne” û ew pirtûkxane neqanûnî îlan kir. 29.09.2016
*Bi zext û zor û bi bertîlan TV yên Kurdan yên li Ewropa Med Nûçe û Newroz TV bi şirketa Eutelsatê dan girtin. 03.10.2016 ( Niha dixwazin Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Cannel jî bidin girtin)
*Qayûmê Şaredariya navçeya Sûrê ku tabelaya pirzimanî ya Kurdî, Tirkî, Suryanî û Ermenî pêk dihat anî bû xwarê û 5 lîstikvanên Şanoyê yên ku 18 sal in şanogeriyê dikin bi biryarekî kirin zabita. 06.10.2016
*Qayûmê navçeya Kayapınar a Amedê abîdeya katlîama 34 ciwanên kurdên ku li gundê Roboskî bi bombardimana balafiran hatibûn qetilkirin di nîvê şevê de bi polîsan da rûxandin. 08.01.2017
*Qayûmê navçeya Şaxê ya Wanê pira ku rengê wê kesk, sor û zer bû bi rengê ala Tirk da boyaxkirin û wêneya ala tirk li ser da çêkirin. 12.01.2017
*Qayûmê Şaredariya Mezin a Amedê ji Amedspor re got heke hûn navê xwe neguherînin ezê piştgiriya şaredarî dide we bibirim. 18.02.2017
*Rêveberiya Aydin Anadolu Îmam Hatîp Lîsesî ji bo 6 xwendekarên xwe yên kurd bi hinceta ku bi kurdî muzîk guhdarî dikin û dîlanê digrin li wan gilî kir. Xwendekar piştî binçavkirinê bi şerta kontrola edlî hatin berdan. 20.02.2017
*Qayûmê navçeya Cizîra Şirnexê peykelê siyasetmedarê kurd Orhan Doganê ku di sala 2007 an de jiyana xwe ji dest dabû rûxand. 25.02.2017
*Peykelê helbestvanê navdar Ahmed Arîfê ku di parka li ber Sûrên Amedê de hatibû danîn û ji hêla civaka kurd ve eleqeyeke mezin didît hate xirabkirin. 18.03.2017
*Li qada Newroza Amedê ciwanê bi nave Kemal Kurkut ê ku ji Meletî ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû ji hêla pôlîsan ve li ber çavê herkesî hat qetilkirin. 21.03.2017
*Di sala 2015’yan de şaredariya navçeya Beşîktaş a Stenbolê bi şaredariya Colemêrgê re bibû bira. Ji bo xatirê vî biratiyê kolana ku navê wê Bariş bû Aştî jî lê zêde kir û bû Kolana Bariş Aştî . Piştî du salan û pêkhatina “Lutfa Xweda” ji bo navê Aştî li şaredariya Beşîktaşê lêpirsîn dan dest pêkirin. 27.03.2017
*Qayûmê bajarê Dêrsimê ferman da; “Bila cenazeyên PKK’yiyan neyên şûştin û neyên definkirin”. Di heman rojan de Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji hêla polîs ve hat qetilkirin şaredarê navçeya Batalgazî ya Meletî yê destûr neda bê şûştin û definkirin. 29.03.2017
*Di pêvajoya referandûmê de wesaita HDP ya ku bi strana “Bêjin Na” li navçeya Miks a Wanê digeriya bi hinceta strana qedexe lêdide hate desteserkirin. Di heman rojan de otobusa HDP’ê ya propagandayê li bajarê Îzmîrê ji ber pergala wê ya deng di ruhsatê te neqeydkiriye 15 rojan hate girêdan. 31.03.201
*Li Amedê li ser cadeya Elezîzê laleyên zer û sor hatin çandin, qayûmê şaredariya Mezin dît ku ji ber keskbûna pelên laleyan kesk û sor û zer geş bû, fermana rakirina laleyên reng zer da xebatkaran. 28.04.2007
*Li Edenê kesên ku di konvoya dawetê de desmalên kesk û sor û zer di destê wande bûn ji hêla polêsên TEM’ê ve hatin binçavkirin. 07.05.201
*Qeyûmê navçeya Şaxê ya Wanê navê Parka Parêzer Tahîr Elçî guhert kir parka Şehît Korucu Ali Ogun. 19.05.2017
*Biryarnameya doza KCK’ê ya sereke hate aşkerekirin. Fatûreya (cezaya) xwe parastina bi zimanê kurdî 60.000 lire li siyasetmedarên kurd hat birîn. 04.06.2017
*Peykelê Ugur Kaymazê 12 salî ku bi 13 guleyên polîsan hatibû qetilkirin ji hêla qeyûmê Qoserê ve hate rakirin. Di şûna wî de saet hat çêkirin. 11.06.2017
*Di daketina Dêrsimê de leşkeran wesaîta wekîlê Dêrsimê Alîcan Unlu rawestandin, xwestin lêgerînê pêk bînin, wekîlê HDPê wekiltiya xwe bibîr anî û li dijî lêgerînê derket, çawûşê pispor got “tu ne wekîlê mi nî.” 12.06.2017
*Ji bo karsazên Kurd operasyon dest pê kir, bi dehan karsazên kurd bi îda ya rêxistinê fînans dikin hatin binçavkirin û pişt re jî hatin zîndankirin. 22.06.2017
*Qeyûmê şaredariya Bazîdê peykelê Ehmedê Xanî yê ku gelek caran serokomar Erdoganî di mitîngên xwe yên Kurdistanê de navê wî bi lêv dikir ji parka Ehmedê Xanî ya navenda navçeyê rakir. 25.06.2017
*Qayûmê navçeya Erdîşê ya Wanê tabelaya kurdî ya “Parka Aştiyê ya 7’ê Pûşberê” rakir. 30.06.2017
Ev tenê kiryarên hikûmeta AKP’yên ku li bakur pêk hatine. Ev agahî hemû ji nûçeyên tora înternetê hatin komkirin. Kesên ku bixwazin dikarin bibînin. Bi sedan mînakên weke wan hene ku bi rêzkirinê dawî li wan nayê.
Êrîşên dewleta Tirk yên li hemberî Rojava, yên li hemberî Başûr û qetlîamên Şengal û Qereçoxê yên 25’ê Avrêl 2017 yan ne di nava wan de ne.
Kiryarên POH û JOH’ê yên bê nirx, bê pîvan û bê exlaq ên ku bi sedan trajediyên mezin di xwe de dihewînin jî ne di nava wan de ne.
Gelo niha hate fêmkirin ji bo kurdan wateya “Lutfa Xweda” çi ye ? û “Lutfa Xweda” li Kurdistanê bi destê hikûmeta AKP’ê çewa vegeriyaye xezeba dojehê?
Li kîjan welatî, li ser kîjan civakî ev kiryar pêkbihatina dê bibûna sedema bi dehan raperînan. Ji bo ku li Kurdistanê infîalek mezin pêk were çi ji destê AKP’ê tê dike. Bi hemû hesasyetên kurdan dilîzin, hemû, nirx, pîvan û rûmetên civakê yek bi yek bin pê dikin.
Lê em dibînin ku li gel hemû van kiryarên hikûmeta AKP’ê hêj hevalbendên AKP’ê yên kurd hene, hêj kurdên ku hêviya çareseriyê ji AKP’ê bikin hene, hêj kurdên ku hêviya demokrasî û aştiyê ji AKP’ê bikin hene.
Mixabin û sed mixabin …