AMED – KCD, bi minasebeta 35’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li Zîndana Amedê di berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da û û soza mezinkirina têkoşîna wan da.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 35’emîn salvegera çalakiya pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li Zîndana Amedê di berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyekî nivîskî bibîr anî.
KCD,'ê di destpêkê de çar PKK’iyên çalakiya rojiyê bibîr anî û wiha got: "Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar xwestiye têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike." KCD bibîr xist ku bi îşkenceya hovane xwestin di şexsê şoreşgeran de hemû gelê kurd teslîm bigirin û wiha got: “Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê projeya ku bi îşkence û çewisandinê civakek yek tîp ava bike bû. Ligel ku di ser vê de 37 sal derbasbûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê avakiriye derket. Bi polîtîkayên kûr û zirav her kesî wekî wê nafikire dijmin dibîne û hewl dide wan tune û tasfiye bike.”
POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ VALA DERXISTIN
KCD’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Li cihê ku îşkence û berxwedan lê geş bû Zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di Zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de Zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslîmiyetê kir.
Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di Zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya îşkenceya hovane û pêkanînên dermirovahî li ser wan dihat meşandin kirin. Bi îşkenceyên hovane re polîtîkaya ‘îtirafkariyê’ li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.
Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin. Bi pêşengiya berxwedana Zîndana Amedê li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya diktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist. Bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek girt, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser piyan ket nava liv û tevgerê.
MAZLUM DOGAN DEST PÊ KIR LI HER DEVERÎ BELAV BÛ
Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlum Dogan ê ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’an geş bû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, û Eşref Anyik ê di 17’ê gulana 1982’an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê tacîdar kirinç. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere şand sergoya dîrokê.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê kul i zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek. Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand, felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.
Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbaweriyê ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşînali dijî xiyanet û tslîmkariyê.
BERXWEDANÊ STATU DIDE AVAKIRIN
Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bi rû mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîka va dike û ev yek pêk aniye . Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.
Bi vê bîr û baweriyê, em bi minêtdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê debarê de tînin ziman.
EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN!”