ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê dimîne, li ser navê hilbijêran daxuyanî da û ev tişt got: "Berî ku Serokê Giştî yê AKP'ê ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê re bêje 'terorîst' divê berî her tiştî hesabê hevkariya bi rêxistinên terorê re bide."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, li ser navê wekîlên HDP'ê yên wekî Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, hevşaredarênn Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanan û Firat Anli daxuyanî da. Yuksekdag axaftinên Serokomar Erdogan ên di Lûtkeya G20'an de ji bo Demîrtaş kiribû bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Her cure êrîşên li dijî Demîrtaş dê li berxwedana gel bialiqe û paşve vegere. Serokê Giştî yê AKP'ê bi siyaseta demokratîk û rêyên rewa nehat ser desthilatdariyê, vîna gel avêt girtîgehê û xwest bitepisîne, lê şaşî kir. Niha jî hem welatê xwe û hem jî xwe li ber çavê cîhanê rezîl dike û bi fen û fûtan, bi heqaretan dixwaze xwe ji vê rewşê rizgar bike. Lê wekî ew jî dibîne her roj têk diçe."
Yuksekdag aşkera kir ku Selahattîn Demîrtaş û HDP, li dijî siyaseta paşverû, bi her awayî bûye sembola mafdariyê û wiha pê de çû: "Demîrtaş vîna 6 milyon kesî ye. Hemû heqaret û êrîş dê li berxwedana gel bialiqe û paşve vegere. Dê ev êrîş jî wekî êrîşên din, rastiya rojê tarî neke."
Yuksekdag destnîşan kir ku divê Serokê Giştî yê AKP'ê berî ku gotina 'terorîs' ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê bi kar bîne, divê hesabê hevkariya bi rêxistinên terorî re bide. Yuksekdag got ku "Em wan gotinan bi heman şêweyî li wî vedigerînin.
Li ser navê siyasetmedarên hilbijêrî û wekîlên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê.
Fîgen Yuksekdag."