KOCAELÎ- Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê lu akademîsyenên ji KOU'yê hatin îxraçkirin ava kirin zîla dersê lê dide. Akademîsyenên ku difikirin zanist tenê li akademiyan na li derve jî dikare bê afirandin diyar kirin ku di jiyana rojane de bêhtir derfetên civakîbûn û siyasîbûnê girtine û ew ê axa xwe neterikînin.
Amademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê ku ji aliyê 19 akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) yên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin durxistin, ava kirine wekî her hefteyê vê hefteyê jî bi mijara "Pirbûna yên ku li gorî ba aliyên xwe diguherînin têkîldarî siyaseta Tirkiyeyê ji me re çi dibêje" dersa xwe li avahiya Egîtîm Sen'ê ya Kocaeliyê pêk anî.
Ji akademîsyenên hatiye îxraçkirin Alîkar Doç. Dr. Yucel Demîrer ders da û eleqeya ji bo dersê gelek zêde bû. Gelek xwendekar û akademîsyen û welatî jî beşdarî dersê bûn.
Demîrer ji durxistina KOU'yê tenê wekî durxistina akademiyê nabîne, îxraçkirina xwe ya ji zanîngehê wekî "êrîşekî ku ji demeke dirêj e hatiye avakirin" şîrove dike anî ziman ku li dijî vê yekê têkoşîna herî baş jî xwedîlêderketina pirsporiya xwe ye. Demîrer wiha got: "Di vî îxraçkirinê de li zanîngehên ku em dixebitîn mirovên ku ji odeyên me dernediketin êdî silavê nadin."
'KÎ XAYÎN E DÊ DÎROK NÎŞAN BIDE'
Prof. Dr. Cengîz Erçîn jî yek ji akademîsyenên ku ji ber "belovoka aştiyê" îmze kirişe ji KOU'yê hate durxistin e. Erçîn destnîşan kir ku ji durxistina wan a akedemiyê bandorek zêde li jiayana wan nekiriye û wekî "cezakirina nexweşên ku derman dibin û ya raya girtî" dinirxîne. Erçîn bilêv kir ku ji ber "belavoka aştiyê" îmze kirine ji aliyê îxtidara siyasî ve hatine cezakirin û wekî "xayînê welat" hatine sûcdarkirin û bi vî rengî ew nîşanî civakê kirine. Erçîn ev tişt anî ziman: "Ev axa me ye tu ks nikare me bi xayîntiya welat sûcdar bike. Girêdana me ya bi axa me tiştekî cuda ye. Em axa xwe naterikînin. Mirovên dewletê nikarin vê bi rehetî bînin ziman."
'FIKARA ME YA JIYANÊ QASÎ ÇAY Û SÎMÎTEKÎ'
Erçîn destnîşan kir ku piştî ku KOU hatiye vekirin li vir dest bi xebatê kiriye û wiha got: "Durxistina me zêde bandor nekir li ser jiyana me, jiyana me wekî jiyana çîna karkeran e. Hêvîdarim em ê vegerin ku em ê vegerin jî. Piştî 30 salan ev êşên ku em dikişînin dê bi dawê bibe û aştî çiqas tiştekî bi qimet e em ê di vî warî de sûdê bidin civakî."
'ROJEKÎ DI NOBETA AZADIYÊ DE ROJEKÎ LI BER EDLIYEYÊ'
Prof. Dr. Zelal Ekîncî ya dema li Fakulteya Tibê ya KOU'yê hindekar bû ji kar hate durxistin jî piştî ku ji kar hatiye durxistin jiyana wê ya civakî û siyasî bêhtir fireh bûye. Ek^nicî wiha got: "Li Tirkiyeyê her roj tiştekî nû pêk tê. Ez jî vana dişopînim. Rojekî di nobeta azadiyê de rojekî li ber edliyeyê, rojekî li vir ders didin jiyana me bi vî rengî têr û tijî derbas dibe."
'NIHA BÊHTIR AZAD IM'
Ji akademîsyenan Doç. Dr. Ozlem Ozkan jî bi gotina "Li gorî êşên ku li Kurdistanê tên jiyankirin rewşa me sivik e" rewşa xwe anî ziman. Ozkan bilêv kir ku zanist tenê li akademiyan nayê kirin dikare li derve jî bê afirandin. Ozkan got ku ew niha xwe bêhtir azad hîs dike û nirxandina "ji ber ku zanîngehê akademîsyen kir sekreterekî baş" kir. Ozkan got ku di jiyana rojane de bêhtir civakî û siyasî bûye ev derfet dîtiye. Ozkan herî dawî wiha got: "êrîş tenê li dijî Kurdistanê na, li dijî akademîsyenan na li dijî hemû kesên ku li dijî AKP'ê ne tê kirin."