RIHA – Li Pirsûsê belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emîn Yilmaz hat binçavkirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê polîsan serê sibê bi ser mala belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emîn Yilmaz ve girtin. Piştî lêgerîna li malê Yilmaz hat binçavkirin û nayê zanîn bi çi hincetê hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku Yilmaz li Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê tê ragirtin.