Meclisê pêşnûmepirsa îşkenceyê qebûl nekir

WAN – Li navçeya Westanê ya Wanê 4 welatiyên ji berhevkirina karûkan vedigeriyan, leşkeran ew girtibûn û îşkenceyên hovan li wan kiribûn. HDP'ê bi pêşniyarpirsekê hovîtiya leşkeran biribû Meclis û ji bo Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soyluz bibersivîne ev pirs kiribûn: "Kesên îşkence kirine kî ne? Hûn difikirin ku îstifa bikin?" Bi hinceta ev pirs hatine kirin, pêşniyarpirs bersiv hat hiştin.

Berî demekî li dijî Miduryeta Polîsan a Westanê ya Wanê êrîşa bi roketî pêk haibû, 4 welatiyên li çolê karûk berhev dikirin hatibûn binçavkirin û leşkeran îşkence li welatiyan kiribû. Li ser vê îşkenceyê, Parlamenter û Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nadir Yildirim pêşniyarpirsek dabû Meclisê. Yildirim ji bo Wezîr Suleyman Soylu bibersivîne pirs dabûn û bi hincetên wekî "Di beşa destpêkê de û pirsên bi hemjara (3) û (8) hatine diyarkirin, ji ber ku ne li gorî hukmê tuzuka navxweyî ye" bersiv neda pêşniyarpirsê.