MÊRDÎN – Şîrketa Eti Bakirê duh li gundê Şemikê ya Şemrexê xwest li ser erdên welatiyan xebata lêgerîna fosforê bike. Lê gundiyan nehişt. Hat zanîn ku heya niha ji ber toza ji fabrikayê 6 karker di encama pençeşêrê, kesek ji ber gurçika wî zuha bû 3 kes jî ji ber di tunelê de teqîn pêk hatiye bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Şîrketa Lêkolînê ya Eti Bakir a girêdayî Holdinga Cengiz, li gundê Şemikê ya navçeya Şemrexa Mêrdînê di 12'ê Tîrmehê dexwest li ser erdên welatiyan jî dest bi derxistina derxistina madenê bike. Lê welatiyan destûr neda. Welatiyên nehiştin li ser erdên wan maden an jî gubre bên derxistin destnîşan kirin ku ji ber tesîsên fosfatê di sala 1974’an de 4 donim erd hatin îstimlakkirin û cara ewil kar ji aliyê Etibankê ve dihat meşandin. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin wergirtin di serî de ji bo aboriya gund bertek li hember çêkirina tesîsan nehat nîşandan û di encama lihevkirinê de 19 gundiyan jî di tesîsan de kar kirine.
TOZA Û DÛYÊ TESÎSAN BÛ SEDAMA MIRNAN 7 KESAN
Gundiyan anîn ziman ku 6 kes di nav tunelan de yên din jî wek ajokar, çay û karên din de dest bi kar kirine. Li gorî agahiyên hatin wergirtin 6 kesên nav tunelan di navbera salên 1994-1985’an xebitin piştî demekê bi nexweşiya pençeşêra cegera spî ketin û di nav demê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin ku 3 kes jî ji ber teqîna di nav tunelê de û kesek jî ji ber îflaskirina gurçikan jiyana xwe ji dest daye. Ji kesên ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan jî ji aliyê bijîşkan ve teşhîsa dû û toza ji tesîsan bilind dibe hatiye kirin.
Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber jehriya tesîsan Şêxmus Onen (64) di Nîsana 2017’an de, Nusretîn Onen (66) di sala 2015’an de, Îzet Kiziltoprak (70) a 10 sal bi nexweşiya pençeşêrê re jiya di 2015’an de, M. Salîh Onen di sala 1994’an de, Feraç Yener di sala 2012’an de Mehmet Onen (50) salî di sala 1992’an de ji ber pençeşêra kezebe jiyana xwe ji dest dane. Karkerê 53 salî Edîp Onen ê gurçikên wî zuha bune jî di sal 2009’an de jiyana xwe ji dest da.
Ligel vê yekê di sala 1980’an de di tunelê de teqîna dînamîtê pêk hat û Hemîd Korkmaz, Yusuf Arat û kesek navê wî nehat zanîn jî di encama vê teqînê de jiyana xwe ji dest dan.
Beritan Îrlan-dihaber