WAN - Li Wanê ji 18 kesên hatin binçavkirin jê 3 kes hatin girtin.
Li Wanê di 7'ê Tîrmehê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 18 kes binçavkirin. Ji 18 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes sewqî dadgehê kirin. Ji 5 kesên hatin sewqkirin jê Rasim Koklu û Haci Gezici bi şertê kontrola Edlî hat berdan. Munih Gezicî, Savaş Encu û Metin Denîz jî bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.
Hatice Tokluiçten, Abdurrahman Olgun, Mustafa Yorgun û Azad Yorgun jî hêj li midûriyeta polîsan tên rawestandin. 18 kesan 9 kes jî li midûriyeta polîsan hatin berdan.