NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Rêxistina Efoya Navnetweyî ya Tirkiye, ji bo parazvanên mafên mirovan ên di bin çavan de banga çalakiya lezgîn kirin.
Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye, ji bo parazvanen mafên mirovan ên di 5'ê Tîrmehê de li Stenbolê hatin binçavkirin, banga çalakiya lezgîn kirin. Rêxistinê ji bo Direktorê parazvanên mafên mirovan Îdil Eser jî di navde 8 parazvanên mafên mirovan û 2 hîndekarên navneteweyî serbest bên berdan banga "Çalakiya Lezgîn" kirin.
Parazvanên Mafên Mirovan Gunal Kurşun Îdîl Eser, Îlknur Ustun, Nalan Erkem, Nejat Taştan, Ozlem Dalkiran, Şeyhmus Ozbeklî, Velî Acu Peter Steudtner û Ali Gharavî, dema li Buyukada ya Stenbolê civîn pêk anîn hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Destûr nedan 10 kes heta 28 saetan bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtin bikin. Heta 6'ê tîrmehê saet di 15.00'an de 10 parazvanên mafên mirovan nedihat zanîn li ku di bin çavan dene. 10 kes bi îdîaya "Endamê rêxistina çekdarî ne" 7 rojin di bin çavan de man û di 11'ê Tîrmehê de ji bo binçavkirinê 7 rojên din dirêj kirin.
BILA BI LEZGÎN SERBEST BÊN BERDAN
Şaxa Rêxistina Efoya Navnetweyî ya Tirkiye, ji bo parazvanên mafên mirovan ên di bin çavan de banga çalakiya lezgîn kir û wiha got: "Em bang li rayedarên Tirkiye dikin ku parazvanen mafên mirovan Gunal Kurşun, İdil Eser, Îlknur Ustun, Nalan Erkem, Nejat Taştan, Ozlem Dalkıran, Şeyhmus Ozbeklî, Veli Acu û hîndekarên parazvanên mafên mirovan Ali Gharavi and û Peter Steudtner bi lezgîn serbest berdin. Pişte kampanya îmzeyan vekirin Rêxistina Efoyê bi lînga https://acileylem.org.tr/eylem/haksavunuculari kampanya îmzeyan vekirin.