COLEMÊRG – Rêya bejayî ya di navbera Colemêrg û Çelê de bi 2 aliyan ji çûn û hatê re hat girtin.
Rêya bejahiya di navbera Colemêrg û Çelê ji aliyê polîs û leşkeran ve li çûn û hatinê hat girtin. Li Nokteya Kontrolê ya Depin û li derdora Qereqola Jendermeyan a Koprulu ya Çelê bi hinceta “ewlehiyê” rê hat girtin.
Derbarê girtina rê rayedaran heta niha ji raya giştî re tu daxuyaniyek fermî nedaye. Çavkaniyên heremî diyar kirin ku li derdora gundê Dawoş ya li ser rêya bejahiyê li dijî konvoya leşkerî êrîş pêk hatiye û piştî êrîşî li heremê operasyon hatiye destpêkirin.