Dadger Ey Reqîb wekî 'Srûda rêxistinê hesiband

AMED - Dadger srûda neteweyî ya gelê kurd Ey Reqîb a di sala 1938'an de hatiye nivîsandin wekî "Srûda rêxistinê" hesiband û kir sedema girtina Serokê Komeleya Nivîskarên kurd û endamê Pena Kurt Hasip Yanliç girt.

Serokê Komeleya Nivîskarên kurd û endamê Pena Kurt Hasip Yanliç, bi sedema di nava Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Akademîsa Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de xebitiye bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girt û şandin girtîgehê. Dadger sedema girtina Yanliç sirûda Ey Reqîb a di telefonê de cih girtiye wekî suc nîşan da û kir sedema girtinê. Dadger der barê Mehmet Çakmakçi (Şiyar Dicle), Leyla Dal, Aziz Çelik û Burhan Karakoç de jî bi hinceta tev li merasimê cenazeyên endamên PKK'ê bûne û tev li civînên KCD'ê bûne biryara girtinê da.


Dadgeh srûda neteweya kurd Ey Reqîb ku di sala 1938'an de ji aliyê helwestvan û hiqûqnasê kurd Dildar hat nivîsandin wekî sûc dît û kir sedema nivîskar Hasip Yalniç. Dadger got "Şikdar Hasip Yanliç suc qebûl neke jî di qeydê telefona wî de merşa rêxistinê Ey Reqîb heye û bi vê yekê bîrdoziya rêxistinê dide xwendekarê xwe.

Srûda Ey Reqîb di sala 1938'an de ji aliyê helbestvanê kurd Dildar (Yunus Rauf) de hatiye nivîsandin û di sala 1946'an de wekî srûda neteweyî ya Komara Kurd a Mahabadê hatiye qebûlkirin.b