Her roj tên binçavkirin, her roj li ber xwe didin

ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 127'an de ye, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li derve hatiye destpêkirin, dewam dike û di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin.

Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tên girtin, di roja 127'an de çalakiya xwe berdewam dikin, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li derve dewam dike û her roj karker li kolanê li ber xwe didin, di her berxwedanê de polîs êrîşê wan dike. Çalakiya ku 247 roj e dewam dike, çalakvanan xwest li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîşê wan kir.

Di êrîşê de kesên bi navê Nazîfe Onay, Adnan Şîmşek, Mehmet Yilmaz û Perîhan Pulat hatin binçavkirin