ÎZMÎR - TÎHV'ê bal kişand ser jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî ye û 11 roj e di bin çavan de ye, destnîşan kir ku divê Walîtiya Îzmîrê vê rewşê lêpirsîn bike. TÎHV'ê aşkera kir ku ev pêkanîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî û divê demil dest bi dawî bibe.
Zara Koç her çendî êşên welidandinê dikişîne jî ji 3'yê Tîrmehê ve di bin çavan de ye. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi daxuyaniyekî ev reş şermezar kir. TÎHV'ê di serî de bang li Wezareta Edaletê û Waliyê Îzmîrê kir û xwest ev pêkanî demek berî demekî bi dawî bibe. TÎHV'ê serî li Waliyê Îzmîrê jî da û xwest teduristiya dayik û zarokê li ber çavan bê girtin û kar û barên di bin çavan de bi dawî bikin.
Di daxwaznameya ji hêla Berdevkiya TÎHV'ê ve hat belavkirin de ev tişt hat gotin: "Di 3'yê Tîrmeha 2017'an de li Îzmîrê Zara Koç hat binçavkirin, em nûçeyên der barê wê de bi fikarî hîndibin." TÎHV'ê destnîşan kir ku şert û mercên fîzîkî jî di serdemeke krîtîk de ye, divê rewşa dayik û zarokê li ber çavan bê girtin.