ŞIRNEX – Polîsan, gora endamê HPG’ê Samî Pîranoglu ya li goristana taxa Ozellî ya Qilebanê texrîp kir.
Polîsan gora endamê HPG’ê Samî Pîranoglu ya li goristana taxa Ozellî ya Qilebanê texrîp kir. Polîsan kêlika gora Pîranoglu ya ku nivîsa “Ez li axa lê çêbûm ji nû ve hatim dinê. Di şerê min de ji zilmê re eman tune ye. Ez dijwarim, raperîna li çiyayên azad” rûxand.
Beriya niha jî li vê heremê gelek gorên endamên HPG’ê ji aliyê leşker û polîsan ve hatibûn rûxandin.
Pîranoglu tevlî 3 hevalê xwe yên endamê HPG’ê di sala 2011’an de li çoltera gundê Mêrgeha Qilebana Şirnexê di peçvûnê de jiyana xwe ji dest dabû.