STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, daxwaza hevdîtinê ya parêzeran ku ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re çêbikin serî lê dabûn bi hinceta "sînordarkirinên der barê hikumxwaran de" red kir.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengiz Yureklî û Ebrû Gunay ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê serlêdana wan red kir. Dozgeriyê bi hinceta "sînordarkirinên der barê hikumxwaran de" serlêdana parêzeran red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer bi muwekîlê xwe Ocalan re nikarin hevdîtinê çêbikin.