RIHA- Hat hînbûn ku rojnameger Zekî Erdem, dema roja berê ji Rihayê ber bi Amedê ve diçû li Sêwregê di venêrîna rê de hatiye binçavkirin.
Hat hînbûn ku, rojnameger Zekî Erdem dema roja berê ji Rihayê ber bi Amedê ve diçû li Sêwregê di venêrîna rê de hatiye binçavkirin. Piştî hat binçavkirin Erdem birina Rihayê û her wiha nehat hînbûn ku ji ber çi hatiye binçavkirin.
Hat hînbûn ku Erdem li Eywana Sporê ya Girtî ya Lîseya Anadolûyê ya Sabîha Ozlekê tê ragirtin.