WAN - Li Wanê di serdegirtina malan de rêvebera MEYA-DER'ê Hatîce Toklûîçten jî di nav de 3 kesên din jî hatin girtin.
Li Wanê di 7'ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 18 kesên hatibûn binçavkirin. Ji van kesan piştî îfadeyên li mduuriyeta polîsan 4 kesên din jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger her çar kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi şerê venêrîna edlî Abdûrrahman Olgûn berda û rêvebera MEYA-DER'a ku bi KHK'ê hatibû girtin Hatîce Toklûîçten û Mûstafa Yorgûn û Azad Yorgûn jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" girtin.
Ji 18 kesên di 7'ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin û 12 jê jî hatin berdan.