Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê Ak hat berdan

MÊRSÎN - Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak bi şertê "venêrîna edlî" hat berdan.

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak ku nexweşê epîlepsiyê ye di 10'ê Tîrmehê de li Mêrsînê hatibû binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" Ak sewqî dadweriya noberdar kir.

Dadweriya nobedar jî, bi heman hincetê derketina derveyî welat li Ak qedexe kir û bi şertê "venêrîna edlî" biryara berdana Ak da.