Parlementerê HDP'ê Encu ji du dozan beraet kir

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ji du dozên ku der barê wî de hatibûn vekirin de beraet kir.

Îro li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê danişînên biryardayînê yên du dozên ku bi hinceta "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" û "Astengkirina peywira peywirdarê cemaweriyê" der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu de hatibûn vekirin hatin dîtin. Encu li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû.

Heyeta dadgehê piştî parêziyan ji bo her du dozan jî biryara beraeta Encu da.

Di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de Encu xwestibû têkeve navçeyê, lê belê polîsan ew asteng kiribû. Ji bo têkeve Cizîrê Encu zêde li ber xwe dabû û li ser vê polîsan giliyê wî kiribû û lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Berê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" kiriye 3 sal û 9 meh û 10 roj û ji ber tawanbariya "Dijberiya qanûna îdareya bajêr" jî 10 meh cezayê girtîgehê li Encu hatibû birîn.