Demirtaş, bû namzetê Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş namzet nîşan da.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş namzet nîşan da.

Ji MPKE'yê Koma Çepgir a Yekbûyî ya Ewropayê ji bo xelatê Demîrtaş namzet nîşan da.

Kesên ji bo xelatê wek namzet hatine nîşandan dê di 29'ê Tebaxê de bên bêjandin. Dema hejmara namzetan daket 3'yan vê carê jî ji bo xwediyê xelatê bê diyarkirin dê di 8'ê Cotmeha 2017'an de li Strasbûrgê panelek bê lidarxistin.

Piştî panelê jî dê MPKE di çarçoevya rûniştina payîzê de merasîmekê li dar bixe û dê di vê merasîmê de xwediyê xelatê bê îlankirin.