Cenazeyek li goristana bêkesan a li Cizîrê hat definkirin

ŞIRNEX - Li Cizîrê polîs û ekîpmanên şaredariyê cenazeyekî/e nasnameya wî/ê nediyar li goristana bêkesan defin kirin.

Îro danê êvarî polîs û ekîpmanên şaredariyê cenazeyek li goristana bêkesan a li Taxa Yafes a navçeya Cizîrê ya Şirnexê defin kirin. Di dema definkirinê de bi awayekî zêde tevdîrên ewlehiyî hatin wergirtin û her wiha der barê nasnameya cenaze de agahî bi dest neketin.

Di dîrokên cuda de şeş cenazeyên ku nasnameyên wan endiyar jî li heman goristanê hatibûn definkirin.