RIHA – Keyayên taxên Bahçelîevler û Kamberiyeyê yên Rihayê aşkera kirin ku her diçe hejmara zarok û ciwanên ku heşîşê dikişînin zêde dibe û xwestin rê li ber vê bê girtin. Keyayê taxa Kamberiyeyê Abdurrahman Şahap anî ziman ku êdî zarokên 10 salî jî heşîşê dikişînin
Polîtîkaya dewlet û hikûmeta AKP'ê rê li pêşiya jehrîbûna civakê vedike. Di serî de li bajarên Kurdistanê, bi giştî jî li tevahiya bajarên Tirkiyeyê bikaranîna madeyên hişbir her ku diçe di nava zarok û ciwanan de zêde dibe. Bi taybetî li bajarên kurdan ên wekî Riha, Amed, Mêrdîn, Wan û hwd. Zarokên 10 salî jî êdî heşîşê bi kar tînin. Keyayên taxên Bahçelîevler û Kamberiyeyê yên navçeya Hîlalê ya Rihayê tirs û fikarên xwe yên di vê der barê de anîn ziman. Keyayan piştrast kir ku bûyerên berê di kuçeyên taxan ên teng de pêk dihatin, niha li kolan û kuçeyên bajêr tev belav bûne.
'TAX BÛNE NAVENDÊN FIROTINÊ'
Keyayê taxa Bahçelîevlerê Îsmaîl Dagbaşi dest nîşan kir ku Miduryeta Polîsan a Rihayê bi baldarî li ser mijarê nasekine, dema ew zarokên ketine tora heşîşê dibînin, agir bi kezeba wan dikeve. Dagbaşi xwest miduryeta polîsan ji bo vê mijarê ekîbeke taybet ava bike û wiha axivî: "Berê ev karana zêdetir li taxên paş dihatin kirin, lê niha heta kolanan belav bûne. Çima tişta pêwîst nayê kirin.?"
Dagbaşi da zanîn ku telefonên kesên karê heşîşê dikin, li ser dîwaran hatine nivîsandin û wiha got: "Ji bo çi hîn jî ev mirov nehatine girtin? Wekî ku bexdenoz û pûngê difroşin. Di 5 salên dawî de rêjeya bikaranîna heşîşê û madeyên hişbir, 3 qatî zêde bûye. Ev kara bi 4-5 polîsan nayê çareserkirin. Li taxê gelek dibistan hene, ev karên qirêj gefan li wan dibistanan jî dixwin. Tax bûye navenda firotina heşîşê."
‘ÊDÎ ZAROKÊN 10 SALÎ JÎ BI KAR TÎNIN'
Keyayê Taxa Kamberiyeyê Abdurrahman Şahap jî anî ziman ku li hemû taxên Rihayê û taxa wan jî di nav de, bikaranîna heşîşê gelekî zêde ye. Şahap got ku bi taybetî li Parka Karakoyunê ev madeyên hişbir tên bikaranîn û divê tevdîra bên girtin. Şahap piştrast kir ku êdî zarokên 10 salî jî bi kar tînin û xwest di vî alî de tevdîr bên girtin.