AMED - Di operasyonên ku li dijî şaredariyên DBP'î hatine destpêkirin de ji 11'ê îlonê heta niha qeyûm tayînî 41 şaredariyan hat kirin û 55 hevşaredar hatin girtin, 68 hevşaredar jî ji peywirê hat durxistin.
DBP a ku hilbijartinên herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de bi navê BDP ketibû bi serkeftinekî mezin bi dest xist. Şaredariyên DBP'î yên ku li herêmê bi awayekî aktîf xizmetê gel dikin ev salek e di bin pêkûtiyan de ne. Serokomar Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di her axaftinên xwe de şaredariyên DBP'î ku dike hedef piştî 15'ê tîrmehê qayûm hatin tayînkirin û bi dehan hevşaredar hatin binçavkirin û girtin.
QEYÛM TAYÎNÎ 41 ŞAREDARIYAN KIRIN
Dosyayên lêpirsînê yên ku dozgeran amade kirine ve gelek hevşaredar ji kar hatin durxistin û gelek ji wan jî hatin girtin. Ji 11'ê Îlonê heta niha yek wekîlê hevşaredar, 55 hevşaredar hatine girtin, der barê 7 hevşaredaran de biryara lêgerînê hate derxistin. 68 hevşaredar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatine durxistin. Di 11'ê îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve 2 bajar û 2 bajarokan bi temamê 24 şaredariyan qeyûm hatin teyînkirin û mudaxaleya li dijî şaredariyan derket asta herî jor. Piştî Amed, Mêrdîn, Wan, Sêrtê û Dersimê li şaredariyên Bedlîs, Qoser, Yenîşehîr, Peyasê ve bi temamî 33 şaredariyên bajarên mezin, 6 bajar, 29 navçe, 3 bajarok bi temamî 41 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Li navçeyênWêranşar, Hewag, Xelfetî, Gever û 10 navçeyên Amedê jî xebatên şaredariyan bi destura qaymeqamiyan ve girêdan û bi awayekî fîlî di bin rêveberiya qeyûm de ne.
LI 14 ŞAREDARIYAN BI FÎILÎ QEYÛM
Ji aliyê walîtiyên Amed, Riha û Colemêrgê ve rayeyên 14 şaredariyan bi destura qeymeqamiyan ve hat girêdar. Şaredariyên ku rayeyên wan bi destura qaymeqamiyan ve hatine girêdan ev in: Şeradariya Wêranşarê, Şaredariya Hewagê, Şaredariya Xelfetiyê, Şaredariya Geverê, Şaredariya Bismilê, Şaredariya Çinarê, Şaredariya Pîranê, Şaredariya Gelê, Şaredariya Erxeniyê, Şaredariya Hezroyê, Şaredariya Karazê, Şaredariya Pasûrê, Şaredariya Licê, Şaredariya Rezan.
55 HEVŞAREDAR GIRTÎ NE
55 hevşaredarên DBP'î û wekîlekî hevşaredar hê jî girtî ne. Navê bijarteyên hatin girtin ev in:
Hevşaredarên Çolemêrgê Dilek Hatîpoğgu û Nurullah Çîftçî
Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp û Handan Bagcı
Hevşaredar û Wekîlê Hevşaredarê Xaşxeberê Kasim Aggun û Alî Çam
Hevşaredarên Erdîşê Abdurrahman Çagan û Dîba Keskîn
Hevşaredarên Kopê Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk
Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Şîmşîk
Hevşaredara Elkê Seyran Argan
Hevşaredarên Dêrikê Abdulkerim Erdem û Sabahat Çetînkaya
Hevşaredara Giyadînê Hazal Aras
Hevşaredarê Erxeniyê Aygun Taşkin
Wekîlê Hevşaredarên Colemêrgê Nazmî Coşkun
Hevşaredarên Hezexê Nevîn Oyman û Mehmet Muhdî Aslan
Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca
Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu
Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz
Havşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli
Hevşaredara Ebexê Suna Atabay
Hevşaredarên Ovakişlayê Ahmet Demîr û Sevîn Karakoç
Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan
Hevşaredarên Dersimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya
Hevşaredarên Çelê Servet Tunç û Hîlal Duman
Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu
Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz
Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman, Îsmaîl Asî
Hevşaredarên Dihê Eda Kîlîs, Huseyîn Kiliç
Hevşaredarên Milazgîrdê Memnune Soylemez, Halîs Coşkun
Hevşaredarên Norşînê Mehmet Emîn Avras, Senayet Ata
Hevşaredarên Tilqabînê Tahîr Aytîş, Rabîa Takas
Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan, Nevîn Daşdemîr
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay
JI BILÎ ÎDIR Û AGIRIYÊ QEYÛM TAYINI HEMÛ ŞAREDARIYAN KIRIN
Di sala 2013'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de peyama Çareseriya Demokratîk da. Pişti peyamê BDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê 2014'an de hilbijartin bi dest xist. HDP'ê bi hişyariya "Bi rêveberiya cewherî nasnameya azad" û BDP'ê jî bi hişyariya "Ev bajar yê te ye" ket hilbijartinê. HDP'ê dihilbijartinê de li tevahiya Tirkiye 6,36 deng girt. Hêjmara şaredariyan ji 98'an derket 102'an. BDP'ê di vê hilbijartinê de 3 şaredariyên bajarên mezin bi giştî 11 bajar, 68 navçe û 23 bajarok şaredarî bi dest xist. BDP, 'ê li gorî hilbijartina 2009'an li Amed û Êlihê 3 puan dengê xwe kêm kir, lê li bajarên Sêrt, Dersim, Wan, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn Îdir û Agiriyê dengê xwe zêde kir. Li Mêrdîn û Bedlisê şaredarî ji destê AKP'ê derxist. Piştî qeyûman ji bilî Agirî û Îdirê hemû şaredarî bi riya qeyûmê paşve hatin kişandin.
Ji 41 şaredarên ku di 2014'an de hat hilbijartin rêjeya dengan wisa ye:
*Şaredariya Êlihê ji sedî 55.89
* Şaredariya Colemêrgê ji sedî 66.83
*Şaredariya Giyadinê ji sedî 48.43
* Şaredariya Qubînê ji sedî 50.45
*Şaredariya Kercewsê ji sedî 52.43
*Şaredariya Farqînê 69.55
*Şaredariya Sûrê ji sedî 54.41
* Şaredariya Xinûsê ji sedî 39.08
* Şaredariya Qulpê ji sedî 51.67
* Şaredariya Kerboranê ji sedî 60.16
* Şaredariya Dêrikê ji sedî 64.4
* Şaredariya Şemrexê ji sedî 61.71
* Şaredariya Nisêbînê ji sedî 78.78
* Şaredariya Kopê ji sedî 45.84
* Şaredariya Dihê ji sedî 52.37
* Şaredariya Pirsûsê ji sedî 52.58
* Şaredariya Cizîrê ji sedî 81.61
* Şaredariya Sîlopyayê ji sedî 78.19
* Şaredariya Hezexê ji sedî 78.9
* Şaredariya Artemetê ji sedî 50.91
* Şaredariya Erdîşê ji sedî 49.43
* Şaredariya Rêya Hevrîşîmê ji sedî 48.32
* Şaredariya Qeyqeliyê ji sedî 71.62
* Şaredariya Awîskê ji sedî 56.22
* Şaredariya Xweşxeberê ji sedî 61.75
* Şaredariya Dara Hênê ji sedî 45.8
* Şaredariya Amedê ji sedî 55.32
* Şaredariya Şirnexê 60.91
* şaredariya Gimgimê ji sedî 63.40
* Şaredariya Ovakişla ji sedî 35.12
* Şaredariya Sêrtê ji sedî 47.1
* Şaredariya Mêrdînê ji sedî 52.2
* Şaredariya Wanê ji sedî 53.1
* Şaredariya Dersimê ji sedî 42.4
* Şaredariya Bedlisê ji sedî 43.9
* Şaredariya Qoserê ji sedî 61.9
* Şaredariya Melezgîrtê ji sedî 39.3
* Şaredariya Yenişehirê ji sedî 50.1
* Şaredariya Peyasê ji sedî 54.6
* Şaredariya Qereyaziyê ji sedî 60.9
* Şaredariya Çelê ji sedî 54.2
LI COLEMÊRGÊ HEMÛ HILBIJÊR GIRTÎ NE
Piştî operasyonên siyasî yên li dijî endam û rêveberên DBP û HDP'ê bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Di operasyonên li Colemêrg û navçeyên wê de jî hemû parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Di 23'ê Tebaxa 2015'an de Hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatipoglu û Nurullah Çiftçî hatin binçavkirin û hatin girtin. Piştî wan wekîlên hevşaredaran Fatma Yildiz û Şaban Alkan û gelek endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin. Di 11'ê Îlona 2016'an de jî qeyûm hat tayînkirin.
HEVŞAREDAR Û PARLAMENTER TEV GIRTÎ NE
Piştî hilbijartina 1'ê mijdara 2015'an di hilbijartinê giştî de HDP'ê ji 80 deng wergirt. Parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan hatin girtin. Dîsa hevşaredarên DBP'ê yên navçe û bajaran ên bi sedî 86.6 dengan hatin hilbijartin hatin girtin. Hevşaredara Geverê Adile Kozay, Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yılmaz, Hevşaredarên Çelê Hilal Duman û Servet Tunç hatin girtin.
Disa parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Ferhat Encu hatin girtin. Wezîrê Karên Hundir Şirnex, Cizîr, Sîlopiya, Hezexê, Deşta Darê qeyûm tayîn kirin. Hevşaredarên Cizîr, Sîlopya, Hezex, Elk û Deşta Darê hatin girtin.
KÎLÎTÊN DERIYÊN ŞAREDARIYAN GUHERTIN
Piştî hevşaredarê Şemzînanê Seferi Yilmaz hat binçavkirin û girtin, destûr nedan xebatkarên şaredariyê têkevin avahiyê û piştre kîlît li deriyê şaredariyê xistin û kîlîtên wan xist. Dîsa ala tirk bi avahiya şaredariyê de vekirin.
QEYÛMÊ TABELAYÊN KURDÎ DAXISTIN
Piştî qeyûm hat tayînkirin tabelayên kurdî yên şaredariyên Giyadîn, Dêrik, daxistin û li ser berteka gel dîsa tabela pêvekirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 30'ê Cotmehê de hatin girtin û pitre peyûm hat dayînkirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin tabelaya şaredariyêya bi kurdî û tirkî guhert û li şûna peyva "Amedê" ala tirk vekirin.
BI HEZARAN SIYASETMEDARÊN KURD GIRTÎ NE
Ji bilî hevşaredarên DBP'ê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî di navde 2 hezar û 863 kes hatin girtin. Di doza KCK'ê ya 2009'an de 10 hezar siyasetmedarên kurd hatibûn girtin û gelek ji wan cara duyemîn hatin girtin.