AMED - Di bin navê "veguherandina bajêr" de rûxandina li Sûrê didome. Ji bo ji malên xwe dernekevin niştecihên taxê li ber xwe didin. Ji ber cihê lîstika zarokan xera dibe herî zêde zarok naxwazin cih bibin.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê malên ku berê hatibûn valakirin yeko yeko tên rûxandin. Welatiyên ku malên xwe terk nekirin bi zext û zoriyên giran rû bi rû ne. Li Taxa Alîpaşê welatî tînin ziman ku bi tu awayî tevdîrên ewlehiyê nayên wergirtin. Hemû welatiyên Sûrê dest nîşan dikin ku ew ê malên xwe neterikînin, lê belê yên herî zêde li ber dikevin bêguman zarok in. Bi çûyîna zarokan êdî ew kuçe û kolanên teng û dirêj ên Taxa Alîpaşayê çilmisîne.
‘MA LI KUÇEYAN ZAROK HENE KU BILÎZIN'
Hatîce ku li hewşa malê tevî biraziya xwe dilîze, li ser pirsa "Çima tu li kuçeyê nalîzî?" wiha dibêje: "Êdî li kuçeyan zarok tune ne. Hemû hevalên min ji vir çûn. Em tenê man. Em hemû belav bûn. Di demeke nêz de dê me jî derxînin. Ez naxwazim ji Sûrê biçim. Bila mala me nerûxînin. Mala me mezin e û hewşa wê zaf xweşik e. Dar hene, lê li cihekî din ev tişt tune ne..."
'JI BER KU SÛR HEYE JI AMEDÊ HEZ DIKIM'
Ummu Gulsum Kaya, li Sûrê mezin bûye û çêbûye. Dema em behsa rûxandinê dikin hema ji nişkave wiha dibêje: "Zaf bêriya hevalên xwe dikim. Me tim li van kuçeyan bi hev re çavgirtikê dilîst. Carinan em li malên hev diman. Dema em ji hev dixeyîdin me diyarî ji hev re dikirîn û dilê hev xweş dikir. Her ku dertêm derve çavê min li wan digere. Ji ber ku Sûr heya ez ji Amedê hez dikim."
‘HEVALÊN XWE DI XEW DE DIBÎNIM'
Meryem Kizilaslan a 10 salî jî li ser pirsa "Ji bo çi tu bi hevalên xwe re nalîzî?" wiha dibêje: "Hevalên min çûn, çimkî malên wan rûxiyan. Em jî li vir tenê man. Ez hevalên xwe tim di xew de dibînim. Min zaf bêriya Elayê, Meryemê û hevalên xwe yên din kiriye. Xwezî qet neçûnan."