Di 77 saliya xwe de li kolanan kaxizan kom dike

AYDIN - Necmettîn Gulşen ê 77 salî ji bo debarê bike, li Efelerê tevî kurê xwe li kuçeyan kaxez û naylonan berhev dike. Gulşen, anî ziman ku ne bêhna çopê bêhna kedê ji wî tê.

Li Efelera Aydinê, Necmettîn Gulşenê 77 salî ku ji bo debara xwe tevî kurê xwe Mûrat Gulşenê 44 salî kuçe bi kuçe digere û kaxez, naylon û qartonan berhev dike balê kişand ser zor û zehmetiyên jiyanê. Necmettîn Gulşen ku di heman demê de teqawid bûye diyar kir ku li gel vî temenê xwe yê zêde jî ew mecbûr e debara malbata xwe bike.

‘PIŞTÎ TEQAWID BÛM JIYAN ZEHMETIR BÛ'

Necmettîn Gulşen, dest nîşan kir ku her diçe sînorê birçîbûnê bilindtir dibe. Gulşen, got ku ew her roj şeveqê zû berê xwe didin kuçeyan. Gulşen, anî ziman ku ew serê sibehê saet di 06.00'an de dest bi kar dikin. Gulşen, diyar kir ku piştî ew teqawid bûye jiyana wî zehmetir bûye û wiha axivî: "Teqawid bûm. Meaşê min têr nake. Îro ez di biniya standardên jiyanê yên Tirkiyeyê de dijîm. Bi zorê debara zarokan dikim. Lê ji bo îdamekirina jiyanê mecbûr im bixebitim. Hin kes qezenc dikin û yên wek me jî tim dixebitin. Kesên ji min dipirsin te dixwest bibî çi tim bersiva 'qet li se rnefikirîme' didim. Çimkî qet frisendeke ku lê bifikirim çênebû."

‘YA GIRÎNG EZ ÇI QASÎ TÊDIKOŞIM'

Gulşen anî ziman ku ew bi xwêdana eniya xwe nanê xwe qezenc dike û wiha axivî: "Destên min biperitin jî bêyî muhtacî kesî bibim dixebitim. Ya girîng ne ku nanê min ji kuderê tê, ya girîng ew e ku ez çi qasî têdikoşim. Ez qarton, naylon hema çi be berhev dikim. Dibe ku bêhna çopê ji destê min bê, lê ez dizanim ku bêhna kedê ji min tê. Li Tirkiyeyê dema te behsa jiyan û xebatê kir divê tu rûnê û careke din bifikirî. Ez dixebitim, ez hewl didim lê hin kesên din dixwin. Ji xwe bêedaletî di asta herî jor de ye."

‘XWÊDANA ENIYÊ KÊFXWEŞ DIKE'

Mûrat Gulşenê 44 salî ku tevî bavê xwe dixebite, anî ziman ku dema wî zanîngeh qedandiye kar bi dest nexistiye û paşê wî berê xwe daye kuçeyan. Kur Gulşen wiha diyar kir: "Ez û bavê xwe her sibeh li hemû Aydinê digerin. Kîsik û qartonên ku em berhev dikin bi zorê rojê bi 40 lîreyî didin. Em ji kesî nadizin an jî em dest danînin ser ên kesekî. Em dixebitin. Em ne muhtacî kesekî ne jî. Zivistan, havîn em her roj qarton û naylonan berhev dikin. Havînê zehmetir e. Bêhn ji çopan tê û em zehmetiyê dikşînin. Carinan em zaf diwestin û ez û bavê xwe em xwe li cihekî hênik dirêj dikin."

Gulşen, diyar kir ji ber ku ji ber ku bavê wî dixebite ew pê xemgîn dibe, lê belê ji ber ku xwişkên wî dixwînin ew mecbûr in bixebitin. Gulşen anî ziman ku ji ber ew bi xwêdana keda xwe dixebitin û qezenc dikin kêfxweş in.