HATAY – Li ser sînorê Reyhanli liv û tevgera leşkerî muhtemela êrîşên li dijî Efrînê zêde dike. Vîlayên ji aliyê TOKÎ û ÎHH'yê ve li ser sînor hatine avakirin 30 kîlometre dûrî qereqolên El Nusrayê ne. Ev herem bi roj bêdeng e û bi şev jî kesên çekdar di navbera vîlayan û qereqolan de diçin û tên.
Di sala 2011’an de li Sûriyeyê bi destpêkirina şer re sînorê navçeya Reyhanli ya Hatayê jî bû baregeha rêxistinên tundraw. Li ser sînorê Efrînê ji ber planên hikûmeta Tirkiyeyê yên leşkerî ku muhtemela êrîşî Efrînê bike liv û tevgerek zêde heye. Li ser sînorê Reyhanli bi alîkariya Tirkiyeyê li herema di bin kontrola komên OSO de amadekariya leşkerî tê kirin. Di çarçoveya amadekariyan de li navçeyê gelek tesîsên tenduristiyê û navendên perwerdehiyê yên dembihûrî hatin avakirin.
TOKÎ AVAHÎ ÇÊKIRINE
Di çarçoveya planên êrîşan de li navçeyê ji aliyê TOKÎ’yê ve bi qasî 3 kîlometreyan dûrî sînor nêzî 30 avahî hatine avakirin. Hat îdiakirin ku ev avahî ji bo komên paramîlîter û malbatên wan hatine çêkirin. Derdora jîngehan bi hesin û têlên rêsayî hatine dorpêçkirin.
LI SER SÎNOR JÎNGEHÊN ÎHH'YÊ
Li gel jîngehên TOKÎ’yê Weqfa ÎHH’ê jî vîlayên yekqatî yên luks li ser sînor çêkirine. Hat zanîn ku ev vîla salek berê hatine çêkirine. Gelê Reyhanliyê tînin ziman ku kesên biyanî li van vîlayan hatine bicihkirin.
KESÊN CÎHADÎST LI VIR DIMÎNIN
Şahidekî ku ji Reyhanliyê ye diyar kir ku vîla ji bo pêşeng û malbatên wan ên rêxistinên di bin banê Tirkiyê de hatine avakirin û wiha got: “Li gel van malbatan gelek ciwanan jî ji cihê cuda tînin vir û demekê li vir disekinînin.” Şahid îdia kir ku herema ku jîngeh û vîla lê hatine çêkirin bi roj bêdeng e û ber destê sibê wesayît ji wir vediqetin.
JI BO NUSRAYÊ VÎLA HATINE AVAKIRIN
Welatiyên heremê anîn ziman ku li gundê Harranê vîlayên mezin ji bo rêveberên payebilind ên komên tundraw hatine çêkirin. Vîlayên bi dûrahiya 20-30 metro ji sînor hatine avakirin û 30-40 metro jî nêzî qereqolên El Nusrayê ne. Ev vîla di serdema Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç de hatine avakirin û niha kesî nêzî van vîlayan nakin. Gelê heremê got ku bi taybetî di saetên êvarê de kesên çekdar tên vîlayan û di navbera qereqol û vîlayan de çûnhatinek zêde heye.
Erdogan Alayumat/Nurî Akman - dihaber