Rezzanê êzidî ji hêla PDK'ê ve hat windakirin?

ŞENGAL - Zarokê 13 salî Rezzan Qasim Xidir piştî ji destê DAIŞ'ê rizgar bû, bi hinceta sîxûrê DAIŞ'ê ye PDK'ê ew ragirt. 3 sal e malbata Rezzan ew nedîtiye û ji ber wê gelekî bi fikar in. Malbatê aşkera kir ku Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Êzidî yê Şengalê Qasim Şeşo zarokê wan li gel xwe ragirtiye.

Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşê gundê Domisê yê Şengalê kirin û zarokê 13 salî Rezzan Qasim Xidir jî dîl dirtibûn, piştî Şengal ji çeteyan hat rizgarkirin, vê carê PDK'ê zarokê êzidî dîl girt. Rezzanê bi îdiaya sîxûrê DAIŞ'ê ye hat dîlgirtin, bi salan e agahî jê nayê girtin. Malbatê aşkera kir ku zarokê wan di destê PDK'ê de ye, lê her dem bi hinceteke cuda wan paşve vedigerînin.

DAIŞ JÎ Û PDK JÎ WEKÎ SÎXÛR DIDIN NÎŞAN

Bavê zarokê 13 salî Şemo Qasim Miraz diyar kir ku dema DAIŞ'ê êrîşê gundê wan kiriye, ew nerevîne û 2 mehan di destê DAIŞ'ê de mane û der barê Rezzan de ev tişt got: "Dema DAIŞ hat em 50 rojî li wir man, emîrekî DAIŞ'ê hat û pirsa Rezzan kir û gotin ku 'Li gel Rezzan kamera heye? Tu sîxûrê pêşmergeyan î û agahiyê didî wan.' Ev derew e, li gel zarokê me kamera tune bû, tenê telefoneke bê kamera hebû. DAIŞ'ê Rezzan girt û ew birin dadgeha Ramûsê. Ew roj karê wan neqediya, rojtira din dîsa birin. Piştî wê hat girtin. Şeva 2'yê Cotmehê em ji wir revîn û zarokê me li wir ma."

REZZAN 6 MEHAN LI GEL ŞEŞO MAYE

Mîrza destnîşan kir ku ew fikirîne ku zarokê wan hatiye kuştin, lê di dema azadkirina Şengalê de di televîzyonê de dîtine ku zarokê wan dijî. Mîrza piştrast kir ku zarokê wan jî di televîzyonê de axiviye û li gel Qasim Şeşo bûye û wiha axivî: "Ez çûm gel Qasim Şeşo û min pirsa zarokê xwe kir. 6 mehan zarokê me li gel wî maye û bi tu awayî nîşanî me neda. Qasim Şeşo got ku 'kurê te endamê DAIŞ'ê ye, min jî got ku heke endamê wan be dê bi we re şer bikira, zarokê min ne endamê DAIŞ'ê ye."

'LI BAŞÛR E Û NÎŞANÎ ME NADIN'

Mîrza da zanîn ku ji bo zarokê xwe bibîne mala xwe jî ji Başûr aniye û aşkera kir ku wî ji asayîş, sazî û dadgehan pirsa kurê xwe kiriye, lê tu agahî bi dest nexistiye û wiha pê de çû: "Gotin 'Tu eleqeya wî b mer re tune' û nîşanî me nedan. Digotim ku 'Me biriye Başûr' lê cihê wî nedigotin. Rezzan hêj 13 salî bû." Mîrze derbirî ku zaroka keç a bi navê Besîme Derwêş jî girî ye û cihê wê jî ji kesî re nabêjin û ev tişt got: "Me di tu şerî de zarokê xwe nedît, pêşmerge dema diçine guned dibînin ku destê zarok kelepçekirî ye. Pêşmergeyan bi xwe got. Heke tiştek bê serê kurê min, berpirsyar Qasim Şeşo ye. Em tenê kurê xwe dixwazin. Dîsa zaroka keç a bi navê Besîme Derwêş jî niha li Başûr girtî ye û cihê wê ji kesî re nabêjin."

'QASIM ŞEŞO KURÊ ME WINDA KIR'

Dayika Rezzan Sînem Îbrahîn Îlyas jî wêneyê kurê xwe da nîşan û ev tişt anî ziman: "Em tu tiştekî naxwazin, em dizanin sax e bila zarokê me bînin. Du zarokên min hene, ew yê herî mezin e. Min gelek zehmetî bi wî re kişand, ez çûm gel Qasim Şeşo û min xwest cihê wî bêje. Şeşo sond xwar û got ku dê kurê min bîne, lê sonda wî derew derket. Me demek berê jî xwest em biçin gel Şeşo, lê nehiştin. Berpirsê Asayîşa PDK'ê Nûrî piyên xwe bi ser hev re avîtibû, dema me behsa Rêzan kir, got ku 'Kurê we ne li vir e, di destê DAIŞ'ê de ye. Berî ku Şengal bê azad kirin, Qasim Şeşo bi xwe digot 'Em dizanin di destê DAIŞ'ê de ye, girtî ye, tu eleqeya wî bi DAIŞ'ê re tune.' Lê niha tiştên cuda dibêin. Em dizanin Qasim Şeşo ew serwinda kir."