ÎZMÎR –Semta Ballikuyu ya dîrokî di bin navê “veguhestina bajêr” de tê tunekirin. Welatiyên taxê bi biryarî dev ji semta xwe bernedin û diyar kirin ku ji bo rantê dîroka gelan a Ballikuyu tune dikin.
Semta Ballikuyu ya girêdayî navçeya Konak a Îzmîrê mozaîka gelan ava dike û li vir kurd, roman, ereb û yunan di nav hev de dijîn. Ev semt ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Konakê ve di bin navê “Veguhestina bajêr” de tê tunekirin. Nêzî mehekiye li Ballikuyu yê hilweşandin destpê kiriye. Heta niha gelek avahî hatine xerakirin û avahiyên din jî bi zorê tên valakirin. Li gel hemû nerazîbûnên Ballikuyuyê hilweşandin dewam dike û şêniyên taxê li benda piştgiriyê û têkoşînê ne.
'BALLIKUYU QURBANA RANTÊ DIKIN’
Îlhan Akman ê ku ji Nisêbîna Mêrdînê 10 berê koçî Ballikuyuyê kir anî ziman ku ew naxwazin malên xwe biterikînin lê wan neçar dikin ku malên xwe vala bikin. Akman da zanîn ku ew bi koçberiyek din re rû bi rû mane û Ballikuyu dikin qurbana rantê. Akman got ku kurdan li vir bi çanda xwe jiyan dikirin lê dibe ku bi vê hilweşandinê re pên pişaftin.
'QAŞO CHP XWE DEMOKRAT DIBÎNE’
Penaberê Yunan Volkan Parlayan (56) yê ku li kolanên Ballikuyu çêbûye û mezin bûye got ku bêyî fikrên şêniyên taxê bên girtin ev hilweşandin hatiye destpêkirin. Parlayan da zanîn ku xêniyên wan gelek erzanî tên sitendin û wiha got: “Bi pereyên didin me em nikarin xêniyek nû bikirin. Yên li vir rûdinên hemû xizanin. Di hundirê malekî de 3-4 malbat ku dijîn hene. Ev li ber çava nayê girtin û tu kontral nehat kirin. Şaredariya CHP’ê ya ku xwe wek ‘şaredariya demokrat’ dibîne lê li vir hilweşandinê pêk tîne.”
'DÎROKA GELAN DÊ BÊ TUNEKIRIN’
Parlayan destnîşan kir ku ev semta Ballikuyuyê yek ji cihên herî kevn ên Îzmîrê ye û got: “Wê li vir bi hilweşandinê re dîroka ku gelan afirandiye bê tûnekirin. Rayedarên berpirsyarê hilweşandinê ji me re dibêjin ‘hewce nake hûn li berxwe bidin.’ Warê me sitrînê hatiye desteserkirin. Bi heman awayî li navçeya Sûra Amedê mafê bi cih bûnê yên xwişk û birayên me hatiye xespkirin. Ez li vir bang dikim ev polîtîkayeka dewletê ye. Bila hemû kes li berxwe bide û ez wan vedixwînim berxwedanê.”
'MIRIN DIKARE MIN JI VÊ MALÊ DERBIXE’
Koçberê Yunan Mevruke Kuçuk 67 sale li Ballikuyuyê rûdinê û diyar kir ku malên wan bi zorê tên îstîmlaqkirin . Kuçuk bibîr xist ku bi hilweşandinê re dê hemû bîranên wî yên li mal û taxê jî bên hilweşandin û got: “Ji bo ez mala xwe nedim ez ê li berxwe bidim. Ez ê ji mala xwe dernekevim. Tenê mirin dikare min ji vê malê derbixe.”