Li 3 gundên Artukluyê qedexe hat îlankirin

MÊRDÎN – Li gundên navçeya Artukluya Mêrdînê “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.

Li gundên Ehmediyê, Qurdîsê û Kurka Çeto yên bi ser navçeya Artukluya Mêrdînê ve “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. Bi hinceta operasyonên leşkerî qedexe hat ragihandin û dê heta fermana duyemîn dewam bike. Li aliyê din “qedexeya derketina derve” ya li ser 13 gund û 4 mezrayên Nisêbîna Mêrdînê hatibû îlankirin jî berdewam dike.