Demîrtaş: HDP, dê êrîşên zor ên Rejîma Erdogan derbas bike

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, ji Serokê Koma Çep a Yekbûyî ya Ewropa Tiny Kox re name şand. Demirtaş, diyar kir ku bê fikar û guman bawer dike ku HDP dê êrîşên dijwar ên Rejîma Erdoğan-AKP li pey xwe bihêle.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, piştî ji aliyê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê, namzet hat nîşandan, ji Serokê Koma Çep a Yekbûyî ya Ewropa Tiny Kox re name şand. Demirtaş, diyar kir ku bê fikar û guman bawer dike ku HDP dê êrîşên dijwar ên Rejîma Erdoğan-AKP li pey xwe bihêle û van rojan derbas bike.

Demîrtaş, ji Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê name şand û diyar kir ku ew bi riya parêzerê xwe fêr bûye ku wekî namzet hatiye nişandan û wiha got: "Ez bi vê yekê rûmedarim. Ez ji bo te û hemû endamên koma we ji ber xwedî derketin û piştgiriya we spas dikim. Bê guman HDP dê hemû astengî û êrîşên dijwar ên AKP û Rejîma Erdogan li pey xwe bihêle. Bi hezkirin û şêwirmendiyê..."