Çerkezên li Efrînê: Hikumeta tirk dixwaze tevliheviyê di navbera gelande derxe

NAVENDA NÛÇEYAN - Çerkezên li Kantona Efrînê dijîn, diyar kirin ku dê li hemberî êrîşên artêşa tirk bisekin in û destnîşan kirin ku armanca êrîşên dewleta tirk ew e, di navbera gelên li Rojava de tevliheviyê derxin û projeya Federaliya Demokratîk têk bibin. Çerkezan aşkera kir ku parastina herêmê erka hemû gelê li herêmê ye.

Demek dirêj e dewleta tirk li ser sînorê rojavayê Kurdistanê çekên giran bi cih dike û êrîşan li dijî Erfînê pêk tîne. Di êrîşên artêşa tirk de ji gundên Şahbayê gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da nû bi dehan welatî birîndar bûn. Welatiyên kurd, ereb, tirkmen û sûriyanî bi tundî ev êrîş şermezar kirin. Herî dawî welatiyên çerkez jî bertek dan nîşan û aşkera kirin ku ew dê li dijî êrîşên Tirkiyeyê axa xwe bi gelên li herêmê re biparêzin.

'ARMANCA WAN FESADÎ YE'

Welatiyê bi navê Qeys Salih Mûsa yê bi eslê xwe çerkez e, êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir û da xuyakirin ku armanca êrîşan ew e ku nehêle projeya federal bi pêş bikeve û wiha got:" Armanca wê dagirkirina xaka herêmê û guhertina demografiya herêmê ye, bi saya vê projeyê dê dawiya hikumeta Erdogan bê. Dewleta tirk dixwaze di navbera gelên herêmê de fitne û fesadiyê bi pêş bixe."

Mûsa diyar kir ku ew dê li kêleka YPG/YPJ'ê û QSD'ê li dijî êrîşên "faşîzma desthilatdar" rawestin û nehêlin AKP'ê ber bi xaka Efrînê ve bi pêş bkeve û wiha got: "Em ê di çarçoveya mafê xweparastina rewa de, bi hemû gelên herêmê re axa xwe biparêzin." Mûsa bang li tevahiya gelên herêmê kir projeya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daniye pêşiya gelan biparêzin û bi rêgezên Netewa Demokratîk mafê tevahî gelan radestî wan bikin.

'DEWLETA TIRK TERORÊ BI PÊŞ DIXE'

Welatiya bi navê Esmihan Elî jî bi eslê xwe çerkez e û bi zimanê erebî û çerkezî axivî. Esmihanê destnîşan kir ku êrîşên ku li ser Efrînê û herêmên Şahbayê tên kirin, ne tenê li dijî gelê kurd e, li dijî tevahiya gelên herêmê pêk tê û got ku divê li hember êrîşên dewleta tirk bi gelê kurd re têkoşînê xurt bikin.

Esmihan Elî piştrast kir ku ew wek jinên çerkez li kêleka YPJ'ê dê ji bo parastina axa xwe çekan hilbigirin û wiha axivî: "We her derî rastiya DAIŞ'ê dît, li Reqqayê û deverên din çi kirin. Jin firotin û mirov qetil kirin. Divê ev rewş dûbare nebe, ji vê hovîtiyê hikumeta tirk jî sûcdar dar e û beşeke terora li Sûriyeyê jî ew bi pêş dixe."

Dayika Esmihan Elî herî dawî bang li tevahiya jinan kir ku li kêleka YPJ'ê bi hêza xwe ya cewherî cihê xwe bigiri nû rê nedin ku axa wan bê dagirkirin.